Li Dirbêsiyê nexweşî bi berhema baqil ket, cotkar bang dikin

Ji ber barana dijwar a ku li herêma Cizîrê dibare, li navçeya Dirbêsiyê nexweşî bi berhema baqil ketiye. Cotkaran bang li Gerînendetiya Çandiniyê kir ku alîkariyê bide wan û dermanê çandiniyê ji wan re peyda bikin.

Li Dirbêsiyê nexweşî bi berhema baqil ket, cotkar bang dikin
Li Dirbêsiyê nexweşî bi berhema baqil ket, cotkar bang dikin
Li Dirbêsiyê nexweşî bi berhema baqil ket, cotkar bang dikin
Li Dirbêsiyê nexweşî bi berhema baqil ket, cotkar bang dikin
Li Dirbêsiyê nexweşî bi berhema baqil ket, cotkar bang dikin
Li Dirbêsiyê nexweşî bi berhema baqil ket, cotkar bang dikin
Li Dirbêsiyê nexweşî bi berhema baqil ket, cotkar bang dikin
31 adar, 2019   08:57
HESEKÊ-OLVA HAC MENSÛR  

Li herêma Cizîrê di sala derbasbûyî de ji ber ku baran baş nebariya, zirar gihîşt çandiniyê, lewma bi rêjeyeke mezin bandoreke mezin li cotkaran bû.

Lê îsal bi rasthatina demsala biharê re herêma Cizîrê rastî baraneke dijwar tê, ji ber vê yekê li navçeyên rojhilat ên wekî Tirbespiyê, Çilaxa û Dêrik lehî rabûne, her wiha li navçeya Dirbêsiyê ya ku dikeve bakurê rojavayê herêmê, ji barana dijwar û zêdebûna rêjeya keldûmana rewşê gelek zirar gihîşt berhema baqil (fûl) û nexweşî li berhem ket. Ev nexweşî rê nade ku kulîlk bibişkuve û di encamê de kulîlk hişk dibe.

Tê zanîn ku berhema baqil di meha Cotmehê de tê çandin û di destpêkirina havînê de tê rakirin. Di dawiya werza payîzê de tê çinîn.

Ji nexweşiyên ku li navçeya Dirbêsiyê li baqilê xistiye demxeyeke qehweyî ye û ev nexweşî dema ku atmosfêr zêde sar dibe û baran zêde dibare ev nexweşî çêdibe. Tê zanîn ku ev nexweşî di mehên Çile, Sibat û Adarê de eşkere dibe.

Cotkarên navçeya Dirbêsiyê ku mewsima wan a baqil rastî nexweşiyê hatiye bang li Gerînendetiya Çandiniyê ya navçeya Dirbêsiyê kir ku derman ji bo vê nexweşiyê peyda bike.

Têkildarî mijarê nûçegihanê me serdana gundê Selam ê girêdayî navçeyê kir û hevdîtin bi hejmarek ji cotkaran re çêkir.

Yek ji cotkaran Mehmûd Salih ku berhema wî ya baqil rastî nexweşiyê hatiye, wiha got: “Ji ber barana dijwar vê salê berhemên me rastî bandoreke zêde hatin, ji ber keldûmana (nêm) zêde kulîlk nabişkuvin û dihêle ku pûç bibe, bi vî awayî dê ziyan bigihîje me, lewma em bang li navenda çandiniyê dikin ku alîkariyê bide û dermanê vê nexweşiyê peyda bike."

Her wiha cotkar Ayîd El-Wekab wiha got: "Ji ber zuhabûna par ku bû sedem em çandiniyê nekin, lê vê salê tevî barana zêde jî  berhemên me û bi taybet fûl rastî ziyanê hatiye."

Cotkar Ayîd El-Wekab jî bang li navenda çandiniyê dikin ku derman ji bo nexweşiya ku li baqil ketiye peyda bike.

Hevserokê Gerînendetiya Çandiniyê ya navçeya Dirbêsiyê Salih Mamê têkildarî mijarê ev tişt got: “Em bi vê nexweşiya ku cotkar êşa wê dikişînin dizanin, ev nexweşiyeke salane ye û ji ber keldûmana zêde û barana dijwar ziyan digihîje baqilê, tê zanîn ku berhema baqilê hewcedarî atmosfereke baş e da ku ev nexweşî lê nekeve.”

Salih Mamê destnîşan kir ku dermanê ku baqilê ji vê demxeyê xelas bike, madeya bi nave "Day Vîno Konazol û Ladokisî" ye.

Di dawiya axaftina xwe de hevserokê Gerînendetiya Çandiniyê Salih Mamê wiha got: “Tu derfetên pêşkêşkirina dermanan ji cotkaran re tune ye. Dibe ku li dermanxaneyên çandiniyê peyda bibe û cotkar dikarin ji wir bikirin.”

(eh)

ANHA