Li Ukraynayê hilbijartinên serokatiyê dest pê kir

Vê sibê saet di 08:00`an de ji bo hilbijartinên serokatiyê ku ev cara heftan ne piştî Ukrayna ji Yekitiya Sovyetê di sala 1991`an de serxwebûna xwe ragihand, navendên hilbijartinan li Ukraynayê deriyên xwe li pêşiya namzetan vekirin.

Li Ukraynayê hilbijartinên serokatiyê dest pê kir
31 adar, 2019   09:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî kanala Rûsya El-Yewm ragihandiye, hilbijartin bi beşdariya 2 hezar û 300 çavdêran ku di nav wan de hezar û 500 biyanî hene, tên birêvebirin. Her wiha rêveberiya Ukraynayê rê li pêşiya çadêrên Rûsyayê, heta bi beşdariyê lîsteyên şandeyên biyanî jî girt. Bi vê gavê hêrsa rexnegirên rêxistina OSCE ya  Ewropayê bilind kirin.

Her wiha nêzî 2.5 milyon welatiyên Ukraynayê ku li Rûsyayê bi cih bûne, ji mafê dengdayînê ji ber biryara Komîteya Navendî ya Hilbijartinan a Ukraynayê ya girtina navendên dengdayînê li Rûsyayê, bê par man.

Li gorî daneyên Komîteya Hilbijartinan a Ukraynayê hejmara kesên ku navên xwe ji bo dengdayînê tomar kiriye, zêdetirî 30 milyon kesî ye.

(eh)