Ji ber lehiyê gelek gund vala kirin

Beriya çend rojan li herêmên Cizîrê û bi taybet ên başûr, ji ber barana zêde lehî rabûn. Gelek xanî hilweşiyan, gelek jî di nava avê de man û gundên Til Ehmêr, Cîsî biçûk, Daebûliye, Wawiyê, Silis, Xerbet Emer û Xirbet Emer ji şêniyan hatin valakirin.

Ji ber lehiyê gelek gund vala kirin
Ji ber lehiyê gelek gund vala kirin
Ji ber lehiyê gelek gund vala kirin
Ji ber lehiyê gelek gund vala kirin
Ji ber lehiyê gelek gund vala kirin
Ji ber lehiyê gelek gund vala kirin
Ji ber lehiyê gelek gund vala kirin
Ji ber lehiyê gelek gund vala kirin
Ji ber lehiyê gelek gund vala kirin
31 adar, 2019   07:35
ŞIHAB EHMED – QAMIŞLO

Di hefteya derbasbûyî de li herêmên başûr ên herêma Cizîrê ji ber barana zêde lehiyên mezin rabûn. Ava baranê zeviyên çandiniyê derbas kir û derbasî nava bi dehan gundan bû. Bi vê yekê gelek zirar gihîşt zeviyên şêniyan û sewalan fetisîn.

Ava gelî û lehiyan zirar da malên bi sedan şêniyên gundên navçeya Til Hemîsê. Piştî barana zêde bi dehan mal hilweşiyan. Welatiyên ku malên wan ji ber baranê hilweşiyan, berê xwe da dibistanan da ku tê de star bibin. Komîteya Awarte ya navçeyê hemû pêwîstî ji şêniyan re pêşkêş kirin.

Pirên ku navçeya Til Hemîs, kantona Qamişlo, bajarokê Cezaa, Til Koçer û Holê bi hev ve girê didin, hilweşiyan. Heta niha jî gelek gundên navçeya Til Hemîsê di nava lehiyê de mane. Şênî hişyariyê didin ku heger lehî bi vî awayî bimîne, dê karesat çêbin.

Saziyên sivîl û komîteyên awarte yên navçeya Til Hemîsê di nava seferberiyê de ne da ku alîkariya kesên ku zirar dîtine, bikin û wan veguhezînin dibistanan. Her wiha li derdora gundan satirên axê çêkirine da ku av derbasî nava gundan nebe.

Gundên ku ji ber lehiyê zirar dîtine, ev in: Bajarokê Cezaa, Mezarî Henwa, Zerga, Hesen Necim, Ekerşe, Sifana, Mişêrfet Hemra ya başûr, Wedîhiye, Wawiye, Cîsî Mey, Henwa Mezin, Hisêwiyê, Xiwêtle, Farisok, Xirbêt Emer, Mezret Xirbet Emer, Belqîs, Ferhaniye, Milîhiye, Tol Kerim, Xişme, Medo, Mezret Zome, Deboliye, Hemiye, Cîsî mezin, Meştel, Bişo, Sifûk, Xirbet Fida, Munisirîn, Bekariye û Til Haman.

Geliyên ku lehî lê rabûne: Geliyê Cerahî, geliyê Red, geliyê Ewêrîd, geliyê Mixibin, geliyê Ehmîr, geliyê Rimêla û şaxên van geliyan.

(bx)

ANHA