Dibe ku Erdogan Stenbol û Enqereyê ji dest bide

Îro li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hilbijartinên herêmî pêk tên. Tê diyarkirin ku dibe ku Erdogan derbeyeke mezin di hilbijartinan de bixwe û paytext Enqere û Stenbolê ji dest bide.

Dibe ku Erdogan Stenbol û Enqereyê ji dest bide
31 adar, 2019   08:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 57 milyon hilbijêr dê îro ji bo hilbijartinên herêmî dengên xwe bidin.

Piştî ku Erdogan cara çaremîn bû serokkomar û hikumeta wî ji ber siyaseta xwe ya aborî û binpêkirinên wî di aliyê mafên mirovan de rastî rexneyên tund hat, cara yekemîn e ku ev hilbijartin pêk tên.

Ajansa Reutersê di nûçeyeke xwe de got: “Dibe ku Erdogan di hilbijartinan de derbeyeke mezin bixwe. Li gorî pêşdîtinan AKP ku Erdogan serokatiya wê dike, Enqere û Stenbolê ku mezintirîn bajarên Tirkiyê ne dibe ku ji dest bide.”

Erdogan têkildarî van hilbijartinan gotibû “Ev hilbijartin ji bo Tirkiyê meseleya man û nemanê ne.”

Serokê partiya opozîsyonê ya herî mezin CHP`ê Kemal Kiliçdaroglu jî got: “Meseleya man û nemanê çi ye? Em şaredaran hildibijêrin. Eleqeya vê bi xelasbûna welat çi ye?”

Kiliçdaroglu îşaret bi gotinên Erdogan kiribû û wiha gotibû: “Ger meseleya bekayê (berdewamiyê) li Tirkiyê hebe, sedema wê tu (Erdogan) yî.”

(kc)