Gelê herêma Cizîrê fermandar Mahsûm Korkmaz bi bîr anî

Bi hezaran şêniyên herêma Cizîrê fermandar Egîd (Mahsûm Korkmaz) ê ku guleya yekemîn li dijî artêşa dagirker a Tirk avêtiye, di salvegera şehadeta wî 33’yemîn de bi bîr anî û tekez kir ku dê li ser şopa wî bimeşin.

Gelê herêma Cizîrê fermandar Mahsûm Korkmaz bi bîr anî
Gelê herêma Cizîrê fermandar Mahsûm Korkmaz bi bîr anî
Gelê herêma Cizîrê fermandar Mahsûm Korkmaz bi bîr anî
Gelê herêma Cizîrê fermandar Mahsûm Korkmaz bi bîr anî
Gelê herêma Cizîrê fermandar Mahsûm Korkmaz bi bîr anî
Gelê herêma Cizîrê fermandar Mahsûm Korkmaz bi bîr anî
Gelê herêma Cizîrê fermandar Mahsûm Korkmaz bi bîr anî
Gelê herêma Cizîrê fermandar Mahsûm Korkmaz bi bîr anî
Gelê herêma Cizîrê fermandar Mahsûm Korkmaz bi bîr anî
Gelê herêma Cizîrê fermandar Mahsûm Korkmaz bi bîr anî
Gelê herêma Cizîrê fermandar Mahsûm Korkmaz bi bîr anî
Gelê herêma Cizîrê fermandar Mahsûm Korkmaz bi bîr anî
Gelê herêma Cizîrê fermandar Mahsûm Korkmaz bi bîr anî
Gelê herêma Cizîrê fermandar Mahsûm Korkmaz bi bîr anî
Gelê herêma Cizîrê fermandar Mahsûm Korkmaz bi bîr anî
Gelê herêma Cizîrê fermandar Mahsûm Korkmaz bi bîr anî
Gelê herêma Cizîrê fermandar Mahsûm Korkmaz bi bîr anî
Gelê herêma Cizîrê fermandar Mahsûm Korkmaz bi bîr anî
28 adar, 2019   13:38
HESEKÊ

Ji hêla Meclisa Malbatên Şehîdan û bi beşdarbûna bi sedan şêniyên kantona Hesekê li bajêr merasîma bîranîna salvegera şehadeta Egîd li Goristan Şehîd Dijwar hate lidarxistin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, şervanên YPG’ê toraneke leşkerî li dar xist. Dûre bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê hevserok Welîda Botî wiha got: "Em hemû şehîdên xwe yên ku bi armanca azadiyê şehîd bûne, di kesayeta têkoşer Egîd de bi bîr tînin. Salvegera 33’yemîn a şehadeta têkoşer Egîd ku guleya yekemîn li dijî artêşa dagirkeriya Tirk avêtiye, vedijînin û hemû destkeftiyên me bi rêya berxwedana şehîd Egîd bûn."

Ji aliyê xwe ve jî fermadarê QSD’ê Demhat Kobanê wiha axivî: "Şehîd Egîd canê xwe ji bo hemû gelan feda kir. Fikr û felsefeya azad ku rêber Ocalan daniye, belav kir."

Merasîm bi silavkirina berxwedanê bi dawî bû.

Tirbespiyê

Da ku salvegera şehadeta şehîd Egîd bi bîr bînin, li Goristana Şehîd Dilşêr a li gundê Doker ê navçeya Tirbespiyê, bi beşdarbûna bi dehan ji şêniyan merasîmek hate lidarxistin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê û pêşkêşkirina torana leşkerî ji hêla şervanên Erka Xweparastinê ve fermandarê hêzên Erka Xweparastinê Feysel Tirbespiyê pêşwaziya gel kir û wiha got: "Berxwedana ku rêber Egîd û hevalên xwe dest pê kiriye, xwe dispêre felsefeya Ocalan û niha li ser erdê tê pêkanîn, bi rêya yekkirina hemû pêkhateyan li dijî zilm, mêtingerî û destpotiyê."

Feysel bal kişand ser ku nirxê azadiyê biha ye, ji lew re gelê Kurd ji destpêkê heta niha qurbaniyan ji bo azadiyê dide.

Merasîm bi dirûşmên silavkirina şehîdan bi dawî bû.

Dirbesiyê

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Dirbesiyê ya kantona Hesekê merasîma bîranîna şehîd Egîd li Goristana Şehîd Ristem Cûdî ya Berkevirê bi beşdarbûna bi dehan şêniyan li dar xist.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê û torana leşkerî ji hêla şervanên hêzên Erka Xweparastinê ve, fermandara YPG’ê û YPJ’ê Agirê Jînda der barê şopandina rêya şehîd Egîd û hemû şehîdan de wiha got: "Di kesayeta şehîd Egîd de hemû şehîdên ku ji bo parastina xak û gel şehîd bûne, bi bîr tînin."

Her wiha tekez kir ku şehîd Egîd bû sembola gelê Kurd û sembola vîn û berxwedanê li dijî dagirkeriya Tirk.

Ji aliyekî din ve jî endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Dirbesiyê Mihemed Xetîb wiha got: "Gelê Kurd bi vîn û israra xwe gelek destkeftî bi dest xistin ku hemû cîhan berxwedan û doza Kurdan bi wê rêyê dinase."

Merasîma bîranînê bi silavkirina şehîdan û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bû.

Dêrik

Bi sedan şêniyên bajarê Dêrikê û herêma Koçerat, nûnerên Saziyên Civaka Sivîl da ku fermandar Egîd û şehîdên doza azadiyê bi bîr bînin, li Navenda Şehîd Bawer a Ciwanan a li Dêrikê kom bûn.

Merasîm bi torana leşkerî û deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Dûre fermandarê YPG’ê yê li Dêrikê Mehyedîn Xêrkê wiha axivî: "Destkeftiyên ku bi dest ketin, bi saya şoreşa Rojava û ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku tê de xwîna şehîdan hatiye rijandin, bi dest ketine.”

Her wiha bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan endamê rêveber Heqî Dêrik axivî û hemû şehîdên azadiyê di kesayeta şehîd Egîd de bi bîr anîn. Dêrik got şehîd Egîd di destpêka salên 80’yî de tev li nava refên tevgera azadiyê ya Kurdistanê bû û bi rihê xwe yê fedayî guleya yekemîn li hember dagirkeriya Tirk avêt ku têkoşîna çekdarî li dijî faşîzma Tirk ragihîne.

Ji aliyekî din ve jî bi navê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Dilêr Rojhilat wiha axivî: "Guleya yekemîn ku şehîd Egîd li dijî dagirkeriya Tirk avêtiye, bû ronahiya gelên bindest ên li Rojhilata Navîn."

Rojhilat wiha pê de çû: "Berxwedana şehîd Egîd û têkoşîna wî bû mîrasa gelan û têkoşîna li hember mêtingeriya li Rojhilata Navîn."

Li dawiya merasîmê wesîqetên şehadeta 62 şehîdên ku di mehên Adar û Sibatê de şehîd bûbûn, hatin xwendin.

Girkê Legê

Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê li Navenda  Çand û Hunerê ya Aram Tîgran bajarokê Rimêlanê û bi beşdarbûna bi dehan ji malbatên şehîdan ên navçeyên Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçer merasîma salvegera bîranîna şehîd Egîd û şehîdên ku di Adar û Sibatê de şehîd bûbûn, li dar xist.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin û toraneke leşkerî ji hêla YPG’ê ve dest pê kir. Dûre fermandarê YPG’ê Dijwar Mesûm got ku serkeftinê li hemû malbatên şehîdan li dijî DAIŞ’ê pîroz dikin. Di kesayeta şehîd Egîd de hemû şehîdên azadiyê, bi taybet şehîdên mehên Adarê û Sibatê bi bîr tînin.

Ji aliyekî din ve jî endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê Qirkîtan Mihemed got: "Nirxê azadiyê û serkeftinê biha ye û ew jî xwîna şehîdan e. Di dîrokê de qurbaniyan didin da ku azad bijîn."

Têkildarî mijarê Mihemed wiha domand: "Derfeta ku ji bo gelê Rojava bi dest ketiye, derfet û şanseke ku bi tîpên zêrîn di dîrokê de hate nivîsandin, lê bi saya fikr û felsefeya rêber Ocalan e."

Her wiha bi navê Kongreya Star û Mala Birîndaran jî axaftin hatin kirin ku hemû şehîdên doza azadiyê bi bîr anîn û dê li ser rêça wan bimeşin.

Piştre wesîqetên 33 şehîdên mehên Adar û Sibatê hatin xwedin.

Merasîm bi bîranîna şehîdan bi dawî bû.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku fermandarê leşkerî Mahsûm Korkmaz sala 1953’yan li navçeya Sîlvan a Amedê ji dayik bûye. Her wiha guleya yekemîn li dijî artêşa dagirkeriya Tirk di 15’ê Tebaxa 1984’an de avêt. Di 28’ê Adara 1986’an de fermandar Egîd şehîd bû.

(fr)

ANHA