Li Mogadîşûyê teqîn: 11 mirî, 16 birîndar

Di encama teqîna bombeyekê li kolaneke li nêzî xwaringeheke li Mogadîşûyê de, 11 kesan jiyana xwe ji dest da û 16 kes jî birîndar bûn.

Li Mogadîşûyê teqîn: 11 mirî, 16 birîndar
28 adar, 2019   13:57
NAVENDA NÛÇEYAN

AFP’ê ragihand ku li paytexta Somaliyê Mogadîşûyê li nêzî xwaringehekê teqînek pêk hat. Berpirsekî welat ê tenduristiyê Ebdilqadir Adan der bare mijarê de wiha got: "Hejmara kuştiyên heta niha hatine teqezkirin 11 kes e û 16 jî biriîndar in."

Adan diyar kir ku dibe hejmara kuştiyan zêde bibe.