Li Reqayê 304 cenaze ji goristana Fexîxê hatin derxistin

Li Reqayê 304 cenaze ji goristana Fexîxê hatin derxistin. Piraniya wan jin û zarok in û tîma destwerdana destpêkê heta niha çalakiya lêgerîn û rakirina cenazeyan li 2 aliyên din ên goristanê dewam dike.

Li Reqayê 304 cenaze ji goristana Fexîxê hatin derxistin
Li Reqayê 304 cenaze ji goristana Fexîxê hatin derxistin
Li Reqayê 304 cenaze ji goristana Fexîxê hatin derxistin
Li Reqayê 304 cenaze ji goristana Fexîxê hatin derxistin
Li Reqayê 304 cenaze ji goristana Fexîxê hatin derxistin
Li Reqayê 304 cenaze ji goristana Fexîxê hatin derxistin
Li Reqayê 304 cenaze ji goristana Fexîxê hatin derxistin
28 adar, 2019   13:13
REQA

Goristana Fexîxê li başûrê baregeha Telaî Baas a berê ye û berfirehiya wê nêzî 20 donim e. Ji roja rizgarkirina Reqayê ji aliyê QSD`ê ve, ew goristan ji 8 gorên din ên komî ye ku hatine eşkerekirin.

Tîma destwerdana destpêkê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê derxistina cenazeyan ji gelek cihên li bajarê Reqayê dewam dike. Goristana Fexîxê jî yek ji wan goran e û tîmê heta niha 304 cenaze derxistine, beriya niha jî di vê goristanê de 4 cihên komî dîtin.

Yasir El-Xemîs berpirsê tîma destwerdana destpêkê li Reqayê wiha got: "Li goristana Fexîxê ji 9`ê Çileyê ve me dest bi kar kir, ew yek jî li ser daxwaza şênî û meclisên herêmî bû."

Yasir El-Xemîs eşkere kir ku 304 cenaze ji goristanê rakirine û nasnameyên gelekan hatin naskirin, piraniya wan sivîl in û radestî malbatên wan hatin kirin û wiha got: "Piraniya wan jin û zarok in." El-Xemîs destnîşan kir ku herêma Fexîxê zeviya çandiniyê ye, parçeyek jê ji bo navenda lêkolînên çandiniyê hatiye veqetandin û goristana Fexîxê ji 4 beşan pêk tê, heta niha kar li ser 2 beşan hatiye kirin û bi her awayî hewl didin xebatên derxistina cenazeyan dewam bikin.

Berpirsê tîma destwedana destpêkê ya Reqayê da zanîn ku tîma wan li çar aliyên bajarê Reqayê cenazeyên derdixe, cihê yekê li piştî kaziya polîsan a berê, taxa El-Bedo, herêma El-Rimêla û taxa El-Deriyê ye.

(jo)

ANHA