Beşdarên Diyaloga Sûrî-Sûrî bendên nexşerêya çareseriya aloziya Sûriyê nîqaş dikin

Beşdarên sêyemîn Komxebata Diyaloga Sûrî-Sûrî bendên nexşerêya çareseriya aloziya Sûriyê nîqaş dikin.

Beşdarên Diyaloga Sûrî-Sûrî bendên nexşerêya çareseriya aloziya Sûriyê nîqaş dikin
Beşdarên Diyaloga Sûrî-Sûrî bendên nexşerêya çareseriya aloziya Sûriyê nîqaş dikin
Beşdarên Diyaloga Sûrî-Sûrî bendên nexşerêya çareseriya aloziya Sûriyê nîqaş dikin
Beşdarên Diyaloga Sûrî-Sûrî bendên nexşerêya çareseriya aloziya Sûriyê nîqaş dikin
28 adar, 2019   12:56
KOBANÊ

Komxebat ku duh li bajarê Kobanê dest pê kir, îro di roja duyemîn de dewam dike.

Piştî axaftina hevserokê MSD`ê Riyad Derar, komîteya amadekar reşnivîsa nexşerêya çareseriya aloziya Sûriyê ji beşdaran re pêşkêş kir.

Di reşnivîsa nexşerêya çareserkirina aloziya Sûriyê de ev tişt hate gotin: “Pêkanîna jiyana aştiyane di navbera gelan de, avakirina civakeke demokratîk, ekolojîk û civakî, avakirina sîstemeke qanûnî û demokratîk ku jiyana azad û birûmet ji hemû çînên civakê re peyda bike, pêkanîna nirxên heqiyê û edaleta civakî dûrî feraseta netewedewletê, leşkerî û olî, wekhevî bê cudakariya li ser esasê nîjadî, olî, bawerî, mezbehî yan jî zayendî, bi armanca avakirina hevgirtineke exlaqî û siyasî di nava civaka Sûriyê de, rêzgirtina li hember gelan da ku çarenûsa xwe diyar bikin, rêzgirtina aştî û ewlehiyê yên navneteweyî, mîsogerkirina mafên jin, zarok û ciwanan, mîsogerkirina xweparastinê û parastina rewa, rêzgirtina ji azadiya ol û baweriyan re. Em dibînin ku nexşerêya çareseriya aloziyê ku xwe dispêre rêgezên destûrî, dê di atmosfereke guncaw de û li ser esasê 2 pêvajoyan pêk were.”

Pêvajoya yekemîn

Li gorî reşnivîsê, pêvajoya yekemîn wiha ye: Pêvajoya gavên amadekariyê û çêkirina baweriyan, bendên vê pêvajoyê wiha ne: “Têkoşîna li dijî terorê û tunekirina çavkaniyên wê yên fikrî, madî û darayî, ragihandina agirbesta giştî bi serpereştî û çavdêriya navneteweyî û rakirina dorpêça li ser herêmên dorpêçkirî, destpêkirina diyalogên berfireh di navbera hemû aliyên Sûriyê de, berdana hemû girtiyan û kesên hatine revandin, derxistina hemû şervanên biyanî ji axa Sûriyê bi biryareke navneteweyî, bidawîkirina dagirkirina Tirkiyê û hemû aliyên ku axa Sûriyê dagir kirin,  peydakirina atmosfereke baş ji bo vegerandina koçber û penaberan, doza Kurd li Sûriyhê dozeke niştimanî û demokratîk e, peydakirina çareseriyeke adil û demokratîk li ser esasê ku destûr itîrafê bi mafên neteweyî yên gelê Kurd bike, itîrafkirina qanûnî û destûrî bi Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û nenavendîbûna demokratîk li gorî rewşa her yekê.”

Pêvajoya duyemîn

Pêvajoya duyemîn destpêkirina xebata siyasî û gavên wê; di vê pêvajoyê de hin gavên destpêkirina xebata siyasî wiha ne: “Çareseriya Sûrî-Sûrî û bi sponserî û mîsogeriya navneteweyî bi rêya diyaloga zindî û lihevkirinê be, redkirina çareseriya leşkerî û erêkirina diyaloga siyasî ya demoratîk, avakirina meclisa damezirîner bi rêya kongreya neteweyî ya Sûriyê bi giştî, erka wê çavdêrî û kontrol e, nûnertiya hemû pêkhateyên gelê Sûriyê bi awayekî wekhev dike, avakirina hikumeteke veguhastinê, bidawîkirina zilmê bi hemû cureyên wê û jinûve avakirina Sûriyê li ser esasê sîstema nenavendîbûnê ku destûr bi wê itîraf bike, rawestandina destûra heyî û ragihandina rêgezên esasî, diyarkirina dema veguhastina demokratîk û di dawiya wê de jî pêkanîna hilbijartinên giştî li ser esasê Rêveberiyên Xweser û li ser asta niştîmanî ya giştî li gorî destûra nû.”

Di nexşerêyê de, li ser beşdarbûna jinan di xebata siyasî de wek şertê sereke ji bo serxistina xebata danûstandinê û mîsogerkirina mafên wê yên destûrî, avakirina mecliseke leşkerên ku baweriya xwe bi çareseriya siyasî di artêşa neteweyî ya nû de tînin, bixin nav hev û ji nû ve bingeha hêzên ewlehiyê were çêkirin.

Komxebat bi nîqaşên li ser mijarên bendên nexşerêyê didome.

(jo/kc)

ANHA