‘Serkeftinên li Bakur û Rojhilatê  Sûriyê berhema keda şehîd Heqî Karer in’

Di merasîma sersaxiyê ya malbata şehîd Mihemed Saîd de, malbatên şehîdan diyar kir ku serkeftinên ku îro li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine bidestxistin, bi saya mîrateya fermandar û têkoşer şehîd Heqî Karer pêk hatine.

‘Serkeftinên li Bakur û Rojhilatê  Sûriyê berhema keda şehîd Heqî Karer in’
‘Serkeftinên li Bakur û Rojhilatê  Sûriyê berhema keda şehîd Heqî Karer in’
‘Serkeftinên li Bakur û Rojhilatê  Sûriyê berhema keda şehîd Heqî Karer in’
‘Serkeftinên li Bakur û Rojhilatê  Sûriyê berhema keda şehîd Heqî Karer in’
‘Serkeftinên li Bakur û Rojhilatê  Sûriyê berhema keda şehîd Heqî Karer in’
28 adar, 2019   12:33
QAMIŞLO

Îro bi hezaran şêniyên navçeya Amûdê li bin konê sersaxiya malbata şehîd Mihemed Saîd endamê Erka Xweparastinê ku di 25`ê Adarê de li Dêrazorê şehîd bûbû, kom bûn.

Şêniyan di bin konê sersaxiyê de wêneyên şehîdan, alên Hêzên Erka Xweparastinê û yên QSD`ê hilgirtin. Di konê merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê Zîwer Alî axivî û got: "Serkeftinên ku îro li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine bidestxistin, ji encama berhemên fermandar û têkoşer şehîd Heqî Karer in."

Zîwer Alî wiha pê de çû: "Gelên herêmê rêça şehîdên azadiyê, rêya biratî û jiyana hevbeş ji xwe re esas girt, lewma dikarîbûn çeteyan têk bibin."

Endamê Meclisa  Malbatê Şehîdan Zîwer Alî destnîşan kir ku divê hevgirêdana di navbera pêkhateyên herêmê de xurttir bibin da ku fikrên çeteyên DAIŞ`ê têk bibin û wiha lê  zêde kir: "Di milê leşkerî de DAIŞ têk çû, lê fikrên çeteyan hê jî li herêma hene, lewma divê em têk bibin, da ku li herêmê aştî peyda bibe."

Heta van kêliyan jî şêniyên navçeya Amûdê diçin serdana konê sersaxiya malbata şehîd Mihemed Saîd û dê heta saetên êvarê serdan bidome.

(eh)

ANHA