YPJ-YPG: Têkoşîna me bi dawî nebûye, serkeftina mezin li benda me ye

YPG û YPJ`ê li Qamişlo peyama rizgarkirina Efrînê da û wiha got: “Bi rihê serkeftinên QSD’ê em ê Efrînê jî rizgar bikin.”

YPJ-YPG: Têkoşîna me bi dawî nebûye, serkeftina mezin li benda me ye
YPJ-YPG: Têkoşîna me bi dawî nebûye, serkeftina mezin li benda me ye
YPJ-YPG: Têkoşîna me bi dawî nebûye, serkeftina mezin li benda me ye
YPJ-YPG: Têkoşîna me bi dawî nebûye, serkeftina mezin li benda me ye
YPJ-YPG: Têkoşîna me bi dawî nebûye, serkeftina mezin li benda me ye
YPJ-YPG: Têkoşîna me bi dawî nebûye, serkeftina mezin li benda me ye
28 adar, 2019   11:32
QAMIŞLO

Bi boneya têkçûna DAIŞ`ê li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîrozbahî tên lidarxistin. Îro jî şervanên QSD’ê li Qamişlo li Stada 12’ê Adarê bi dirûşma ‘Me biryar da û em bi ser ketin’ pîrozbahiyeke girseyî li dar xist.

Di pîrozbahiya QSD`ê ya girseyî de fermandarên YPJ û YPG’ê anî ziman ku ev serkeftin dê bi rizgarkirina Efrînê mezintir bibin.

‘Berê me dê li Efrînê be’

Ji fermandarên YPG`ê Hesen Qamişlo diyar kir ku di rojên dîrokî re derbas dibin û got: “Em bihareke azad wekî Newrozê bi pêşengiya şervanên QSD’ê serkeftinê pêşkêş dikin. Çawa Dehaq têk çû, DAIŞ jî hate têkbirin. Em bi van serkeftinan derbasî pêvajoyeke nû dibin, lê têkoşîna me bi dawî nebûye. Hin Efrîn di bin dagirkeriyê de ye. Ji bo ku em van gefan bi dawî bikin, bi rihê van serkeftinan têkoşîna xwe bilind bikin. Beramberî nirxên mirovahiyê me li ber xwe da. Hemû cîhan deyndarê van şervan û şehîdan e. Têkoşîna me bi dawî nebûyê û serkeftinên esas li benda me ne. Heya ku em axa Efrîna pîroz rizgar nekin, serkeftina mezin nikarin pîroz bikin.”

Ji fermandarên YPJ`ê Sema Efrîn jî anî ziman ku bi pêşengiya YPJ`ê DAIŞ têk çû û wiha axivî: “Li dijî hovîtiya DAIŞ`ê şervanên YPJ`ê li cîhanê bûn sembol. Li dijî hemû hovîtiyan dê şervanên YPJ`ê berxwedan û têkoşîna xwe dewam bikin. Em ê Efrînê rizgar bikin.”

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Hêvî Sîd jî serkeftinên QSD`ê li hemû şehîdên Bakur û Rojhiatê Sûriyê pîroz kir. Endama Meclisa Qamişlo Şemzîxan Gulo jî axivî û diyar kir ku bi fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev serkeftin pêk hat û wiha got: “Bi yekitiya gelê herêmê, em ê hişmendiya DAIŞ`ê jî têk bibin.”

Piştî axaftinan Koma Amara, Koma Şehba û Koma Botan stranên xwe pêşkêş kirin û şervan li ber govendê digerînin.

ANHA