`Serkeftina herî mezin, şikandina tecrîdê û rizgarkirina Ocalan e`

Ji fermandarên YPG`ê Delîl Ciraf û malbatên şehîdan diyar kir ku serkeftina ku QSD`ê pêk anî, serkeftineke mezin e û dîrok şahidê wê ye, her wiha têkoşîna wan heta pêkanîna serkeftina mezin û pêkanîna xeyalên şehîdan dê dewam bike.

28 adar, 2019   12:04
QAMIŞLO

Bi merasîmeke leşkerî YPG, YPJ`ê û malbatên şehîdan li bajarê Qamişlo serkeftinên ku QSD`ê pêk anîn, li Goristana Şehîdan a Qamişlo silav kirin.

Di torana leşkerî de bi sedan malbatên şehîdan ên Qamişlo amade bûn. Şêniyan berê xwe da Goristana Şehîd Delîl Sarûxan ku bi wêneyên şehîd Mahsûm Korkmaz (Egîd) û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû xemilandin.

Seat di 10:00’an de YPG û YPJ`ê toraneke leşkerî li dar xist. Paşê fermandarê YPG`ê Delîl Ciraf axivî û diyar kir ku bîranîna şehîdan di van rojan de erkek e li ser milê wan, ji ber ku şehîdan ji bo parastina welat canê xwe feda kir.

Fermandarê YPG`ê da zanîn ku QSD`ê û hemû hêzên leşkerî yên di bin banê wê de, serkeftineke mezin pêk anî û dîrok şahida vê yekê ye, ev serkeftin bi saya lehengiya mezin a keç û xortên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hat.

Delîl Ciraf destnîşan kir ku têkoşîna wan heta pêkanîna serkeftina mezin û xeyalên şehîdan dê dewam bike, serkeftina mezin şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rizgarkirina wî ji zindana Îmralî ye, ev serkeftin dê bi yekbûna gelê Kurdistanê pêk were.

Diya şehîd Serhed ku di hemleya rizgarkirina Şedadê de şehîd bû, bi rûyekî geş û kêfxweş îşaret bi serkeftina QSD`ê kir û wiha got: "Bi vê serkeftinê xeyalên zarokên me pêk tên û bi rizgarkirina Efrînê dê rihê wan rehet bibe."

Her wiha Elî Bekir bavê şehîd Rûken ku li herêmên Parastina Medya şehîd bû, diyar kir ku her şehîdek zarokên malbatên şehîdan in, ew niha wêneyê şehîdekê ku parastina rûmeta herêmê kir radike, malbateke din jî wêneya keça wê ya ku çiyayê Kurdistanê şehîd bû radike, ev yek girêdana wan bi şehîdan nîşan dide.

Elî Bekir da zanîn ku gelê Kurd cara yekemîn di dîrokê de şerê hebûna xwe dike, gelek şoreş rakirin lê xizmeta aliyên ne Kurd û ne demokrat kir, îro em dikevin dîrokê.

Piştî ku torana leşkerî bi dawî bû, YPG û YPJ`ê û malbatên şehîdan berê xwe da Stada 12`ê Adarê da ku şahiyê li dar bixin.

(jo)

ANHA