Moskovê banga Trump a vekişîna Rûsyayê ji Venezeulayê red kir

Ajansa Ruetersê li ser zimanê ajansa RIA Novostî ya Rûsyayê ragihand ku Kremlînê îro banga serokê DYA’yê Donlad Trump a vekişîna Rûsyayê ji Venezuelayê, red kir.

Moskovê banga Trump a vekişîna Rûsyayê ji Venezeulayê red kir
28 adar, 2019   11:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Moskovê ragihand ku kiryarên wan ên li Venezuelayê "zagonî ne" û bi hikumeta Venezuelayê re li hev kiriye.

Trump roja çarşemê bang li Rûsyayê kiribû ku hêzên xwe ji Venezuelayê vekişîne.

(fr)