Şêniyên kantona Girê Spî 2 şehîdên xwe oxir kirin

Bi sedan şêniyên kantona Girê Spî cenazayê 2 şehîdên Hêzên Erka Xweparastinê li goristana şehîd Mehmûd Temê spartin axê.

Şêniyên kantona Girê Spî 2 şehîdên xwe oxir kirin
Şêniyên kantona Girê Spî 2 şehîdên xwe oxir kirin
Şêniyên kantona Girê Spî 2 şehîdên xwe oxir kirin
Şêniyên kantona Girê Spî 2 şehîdên xwe oxir kirin
Şêniyên kantona Girê Spî 2 şehîdên xwe oxir kirin
28 adar, 2019   13:27
GIRÊ SPÎ

Bi sedan şêniyên kantona Girê Spî cenazeyê şehîd Salih Xelef û Xelîl Mehmûd ku şervanên Hêzên Erka Xweparastinê bûn li goristana şehîd Mehmûd Temê spartin axê.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê destpêkir, paşê ji fermandarên Hêzên Erka Xweparastinê Aras Girê Spî û endama Meclisa Malbatên Şehîdan Sozan Bircis axivîn û sersaxî ji malbatên wan re xwestin.

Axaftvanan teqez kirin ku bi saya xwîna şehîdan herêm bi aştî, di nava hevgirtinê de dijî.

Piştre, nasnameya herdu şehîdan ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan ve hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Di dawiyê de, her du şehîd di nava tililiyên dayîkan hatin oxirkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku herdu şehîd dema ku bi erka xwe ya leşkerî radibû, ji aliyê komên çete li Minbicê, şehîd bûn.

ANHA