Îsraîlê êrîşa xwe ya hewayî ya li ser Helebê teqez kir

Berpirsê Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê Îsrael Katz teqez kir ku Îsraîl berpirsa êrîşên esmanî yên li dijî Helebê ye û got depoya cebilxaneyê ya Îranê kirin armanc.

Îsraîlê êrîşa xwe ya hewayî ya li ser Helebê teqez kir
28 adar, 2019   08:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa SANA ya girêdayî rejîma Sûriyê diyar kir ku sîstema parastina esmanî duh êrîşa hewayî ya Îsraîlê ku herêma pîşesaziyê ya bakurê rojhilatê Helebê kir armanc, bê bandor kir û hin roketên Îsraîlê xistin xwarê.

Li gorî ajansa SANA’yê ku agahiyên xwe dispêre çakaniyên leşkerî, di encama êrîşê de tenê ziyanên madî çêbûne.

Li gorî rojnameya The Jerusalem Post a Îsraîlê raber kiriye ku berpirsê xebatên Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê Îsrael Katz destnîşan kiriye ku Îsraîl berpirsa êrîşa esmanî ya li ser bajarê Helebê ye.

Katz teqez kir ku artêşa Îsraîlê depoya cebilxaneyê ya Îranê ya li Helebê kiriye hedef. Katz wiha got: "Îran dizane ku me êrîş kiriye."

(fr)