Li dijî balafirgeha Helebê êrîşa hewayî

Duh li derdora balafirgeha Helebê ya navneteweyî û herêmên nêzî wê, dengê teqînên mezin hatin bihîstin.

Li dijî balafirgeha Helebê êrîşa hewayî
28 adar, 2019   08:41
HELEB

Çavkaniyan ji ANHA`yê re ragihand ku duh bi şev dora saet 11 û 12`an, dengê teqînên mezin li balafirgeha Helebê ya navneteweyî û herêmên nêzî wê, wekî herêma pîşesaziyê ya Şêxnecar ku li bakurê rojhilatê Helebê dikeve, hatin bihîstin.

Her wiha Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku teqînên ku rû dane, di encama êrîşên balafirên Îsraîlê de bû û depoyên cebilxaneyê yên girêdayî hêzên Îranê kirin hedef.

Çavdêriyê diyar kir ku rejîma Sûriyê di heman demê de bersiva topbaranê daye.  

Li gorî çavkaniyan ku ji ajansa me diyar kiriye, qurbanî û ziyanên madî di encama êrîşê de çêbûne.

(ekîb)

ANHA