‘Em bi Sûriyeyek hevgirtî û pirrengî re ne’

Siyasetmedarên Sûrî yên ji bajarê Helebê destnîşan kirin ku divê armanca sereke ya gelê Sûriyê rizgarkirina xaka Sûriyê ji dagirkeriya Tirk û redkirina parçekirina erdnîgariya Sûriyê be.

‘Em bi Sûriyeyek hevgirtî û pirrengî re ne’
28 adar, 2019   07:18
HELEB-ROZANA DADO

Di şahiya salvegera yekemîn a damezirandina Partiya Pêşerojê ya Sûriyê de ya ku li Helebê bi tevlibûna nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl li dar ketiye, siyasetmedarên beşdarî şahiyê bûn ji ajansa me re axivîn.

Endama Tîna Jinên Sûriyê ya Aştiyê Nesrîn Elî salvegera yekemîn a dameziarndina avakirina Partiya Pêşerojê ya Sûriyê pîroz kir û got: "Em desteka armancên partiyê dikin, ji ber ku girêdayî Sûriyê ne û yekbûna gel û axa Sûriyê bê cudahî armanc dike."

Têkildarî serkeftina QSD`ê Nesrîn ev tişt anî ziman: "Ev ji gelê Sûriyê re gavek girîng e. Bi hevgirtina xwe li hember kabûsa ku herêm jê aciz bûbû û gelek dewlet wek amûrekî ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe bikar anîn, sekinîn û bi serketin. Divê em rola jinê ya pêşeng di şerê li hemebr DAIŞ`ê, ji aliyê leşkerî, siyasî û civakî de ji bîr nekin. Ev serkeftin bi saya wê hevgirtinê pêk hat."

Di dawiya axaftina xwe de Nesrîn got: “Divê yekbûna xaka Sûriyê were parastin da ku nebe armanca timayên dewletên derve yên beşên Sûriyê dagirkirine. Mînak wek dagirkirina Efrînê û tiştên ku li Colanê rû didin. Ji ber wê divê gelê Sûriyê hewl bide tevahiya xaka Sûriyê ji bakur heya başûr ve vegerîne û rê li pêşiya lihevkirinên ku li ser Sûriyê  têne plankirin bigire.”

Girêdayî heman mijarê endamê Buroya Siyasî ya Partiya Ciwan a Niştîmanî ya Sûrî Dr.Hîşam Deqaq got: "Em ji Partiya Pêşerojê ya Sûriyê re serkeftinê dixwazin. Em bi avakirina Sûriyeyek yekgirtî û pirrengî ne."

Deqaq di dawiya gotinên xwe de destnîşan kir ku ew bi navê partiyê bang li Sûriyeyek hevgirtî û redkirina parçebûnê dikin û got: “Armanca sereke rizgarkirina xaka Sûriyê ji dagirkeriya Tirk e.”

(şx)

ANHA