`Divê destkeftiyên şehîdan were parastin`

Bavên du şehîdên ji Minbicê gotin divê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destkeftiyên şehîdan biparêzin. Her wiha destnîşan kirin ku piştî ragihandina têkçûna DAIŞ`ê divê şênî têbighêjin ku xeteriya şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê hîn jî didome.

`Divê destkeftiyên şehîdan were parastin`
28 adar, 2019   06:55
ŞÎLAN MIHEMED-LIWA EBDULREHMAN/MİNBİC

QSD’ê 23’ê Adarê serkeftina xwe ya li dijî DAIŞ’ê ragihand. Bavên du fermendarên şehîd ên Meclisa Leşkerî yên Minbicê ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kirine û şehîd bûne ji ajansa me re axivîn.

Selahdîn Mistefa bavê şehîd Botan Tirkmanî ye. Mistefa wiha got: "Di pêngavên QSD`ê yên ji bo rizgarkirina herêmê de kurê min şehîd bû. Lê ne tenê kurê min, heman demê de gelek ciwanên herêmê şehîd ketin.”

Mistefa destnîşan kir ku têkçûna DAIŞ`ê hate ragihandin, lê fikrên DAIŞ`ê hîna bidawî nebûne û wiha domand: "Wek gelên herêmê ji me tê xwestin ku em welatê xwe biparêzin. Ji ber ku em xwediyên vî welatî ne. "

Bavê şehîd Ednan Ebû Emced, Ebdulezîz El-Hemdiyê roja rizgarkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di dîroka Sûriyê de weke rojek dîrokî ye.

El-Hemdiye di nav gotinên xwe de ev tişt anî ziman: "Piştî têkçûna DAIŞ`ê, divê gel û QSD`ê ji şaneyên veşaretî yên çeteyan hişyar bin."

Di dawiyê de El-Hemdiye bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku deskeftiyên ku şehîdan bi keda xwe bidest xistine û mîrata wan di berxwedan û têkoşînê de li hember dagirkeriya Tirk biparêzin.

(şx)

ANHA