Sersaxiya malbata şehîd Kemal Efrîn li Şehbayê pêk hat

Şêniyên Efrîn û Şehbayê sersaxî da malbata şervan Kemal Efrîn ku di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûbû.

Sersaxiya malbata şehîd Kemal Efrîn li Şehbayê pêk hat
Sersaxiya malbata şehîd Kemal Efrîn li Şehbayê pêk hat
Sersaxiya malbata şehîd Kemal Efrîn li Şehbayê pêk hat
Sersaxiya malbata şehîd Kemal Efrîn li Şehbayê pêk hat
Sersaxiya malbata şehîd Kemal Efrîn li Şehbayê pêk hat
Sersaxiya malbata şehîd Kemal Efrîn li Şehbayê pêk hat
Sersaxiya malbata şehîd Kemal Efrîn li Şehbayê pêk hat
Sersaxiya malbata şehîd Kemal Efrîn li Şehbayê pêk hat
25 adar, 2019   12:05
ŞEHBA

Şêniyên kantonên Efrîn û Şehbayê berê xwe da navçeya Şêrawa bin konê sersaxiya şehîd Kemal Efrîn ê bi rastnav Mihemed Heyder. Her wiha kon ji hêla Meclisa Malbatên Şehîdan a naçeya Til Rifatê ve hate vedan.

Kon li pêş mala malbata şehîd li navçeyê hate vedan û bi wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xemilandin.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Dûre endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Şêrawa Recep Mistefa axivî û sersaxî da malbatê û got: "Şehîd ew kes in ku civaka azad, demokratîk, ewle û aram  diafirînin, her wekî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji terora DAIŞ’ê rizgar kirin."

Piştre endama Kongreya Star a navçeya Şêrawa Xezala Hesen li ser berxwedana parlamentera HDP’ê û hevseroka KCD’ê Leyla Guven û hevrêyên wê axivî ku wan rêya berxwedanê da ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakin û dagirkeriya Efrînê red bikin, her wiha çalakvanên grevê metoda şehîdan ji xwe re bingeh girtiye û pê xwe bi rêxistin dikin.

Endamê Meclisa Navçeya Şêrawa Ehmed Silêman diyar kir ku serkeftina QSD’ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê û têkbirina wan serkeftineke herî mezin e. Her wiha hê jî li rojavayê Sûriyê çeteyên DAIŞ’ê yên ku piştevaniya xwe rasterast ji Tirkiyê digirin, hene, Ji lew re divê QSD berê xwe bide rojavayê Sûriyê da ku erka xwe bi temamî ya bidawîkirina DAIŞ’ê pêk were.

Ji aliyekî din ve jî endama Kongreya Star a navçeya Ehresê Nayla Reşîd daxwaz kir ku divê şênî li dijî dagirkeriya Tirk û rizgarkirina Efrînê xwe bi rêxistin bikin.

Li dawiyê endama Komîteya Perwerdeyê ya Civaka Demokratîk Emîna Mihemed wesîqeya şehadetê xwend û radestî malbatê kir.

(fr) 

ANHA