Li Minbicê serkeftina QSD`ê hat pîrozkirin

Bi sedan şêniyên bajarê Minbicê kom bûn û serkeftina QSD`ê ya li dijî çeteyên DAIŞ`ê pîroz kir.

Li Minbicê serkeftina QSD`ê hat pîrozkirin
Li Minbicê serkeftina QSD`ê hat pîrozkirin
Li Minbicê serkeftina QSD`ê hat pîrozkirin
Li Minbicê serkeftina QSD`ê hat pîrozkirin
Li Minbicê serkeftina QSD`ê hat pîrozkirin
25 adar, 2019   11:57
MINBIC

Îro bi sedan şêniyên bajarê Minbicê, endam û rêveberên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê li pêşiya avahiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk bi boneya serkeftina QSD`ê ya li dijî çeteyên DAIŞ`ê kom bûn û şahiyek li dar xist.

Li cihê şahiyê alên Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Hêzên Erka Xweparastinê, Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê, Meclisa Jinan û Partiya Pêşerojê ya Sûriyê hatin daliqandin.

Di şahiyê de ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Îbrahîm Ebû Emar axivî û serkeftina QSD`ê li tevahî şênî û dayikên şehîdan pîroz kir û diyar kir ku ew serkeftineke pir mezin li dijî terorê ye.

Ebû Emar di axaftina xwe de wiha anî ziman: "Ev serkeftineke pir mezin e ji bo tevahî gelan. Ji bo dayik û bavên şehîdan serfiraziyek e. Şehîdan ji bo rizgarkirina xakê canê xwe feda kir. Em vê serkeftina mezin diyarî malbatên şehîdan dikin. Va ye îro em di aliyê bîrdozî de derbasî qonaxeke din li dijî DAIŞ`ê dibin da ku gelê me bi aramî û ewlehî bijî."

Paşê xelekên dîlanan hatin gerandin.

(bx)

ANHA