Çûn û hatina di deriyê Sêmalka re hate rawestandin

Barana zêde û lehiyê, zirar daye pira Sêmalka. Rêveberiya deriyê Sêmalka ragihand ku ji ber pira Sêmalka ya di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de xerab bûye, heta demeke nediyar dê çûn û hatin were rawestandin.

Çûn û hatina di deriyê Sêmalka re hate rawestandin
25 adar, 2019   12:37
DÊRÎK

Rêveberiya deriyê Sêmalka ji ajansa me ANHA`yê got: "Ji ber barana zêde lehî di çemê Dîcle de rabû û bû sedema xerabbûna pira çûn û hatinê ya deriyê Sêmalka."

Rêveberiya deriyê Sêmalka ji ber xerabbûna pirê, çûn û hatin rawestand heta ku pir tê sererastkirin.

Her wiha rêveberiya derî li ser tora civakî Facebookê ragihand ku çûn û hatin hatiye rawestandin. Her wiha eger rewşeke nû derkeve, dê ji raya giştî re ragihînin.

ANHA