Li Girkê Legê ji ber lehiyê rê hatin girtin û pir hilweşiyan

Ji ber lehiyê hin mal hilweşiyan û gelek rê hatin girtin. Her wiha hin pirên li herêma Dêrikê û navçeyên wê hilweşiyan, tîmên awarte yên Şaredariya Gel û tîmên hêzên Hawarî û Asayîşê alîkariya şêniyan dikin.

25 adar, 2019   11:26
GIRKÊ LEGÊ

Lehiya li navçeya Girkê Legê hişt ku pira gundê Kîşkê û pira gundê Batirzan a herêma Aliyê hilweşin û rê hatin girtin. Her wiha ji ber lehiyê, hin malên li herêmên nêzî rêçekên avê, di bin avê de man.

Li gundê Başûr jî ji ber lehiyê, pira gundê El-Yûsifiyê hilweşiya.

Ji ber vê yekê komîteyên awarte berê xwe da herêma bendava Çilaxa ku asta avê li bendavê bilind bû. Tê payîn ku komîteya awarte ya bajarê Qamişlo bigihîje wir da ku tedbîrên pêwîst ji bo parastina jiyana sivîlên bajarê Çilaxa bigire.

Li Dêrikê mal di bin avê de man

Li Dêrikê û gundê wê, ji ber lehiyê gelek malên taxa Xîrka ya bajarê Dêrîkê di bin avê de man.  Li gundê Beravê jî ji ber lehiyê dîwarê ku dewleta Tirk li nêzî gundê Kerdemiyê lê kiribû, hate xwarê û lehî ber bi gund ve çû û hin mal hilweşiyan.

Her wiha ji ber bilindbûna avê, bendeva Borzî kete bin avê.

Rêya deriyê Sêmalka, gundên Zihêriyê, Tilîlon û Kerzikî qut bû.

Rêveberiya deriyê Sêmalka jî ragihand ku derî heta demeke nediyar hatiye girtin.

(jo)

ANHA