Ji ber barana zêde metirsî heye ku bendava Borzê hilweşe

Ji ber barana zêde ya li herêma Dêrikê, bendava Borzê li ber xetereya hilweşînê ye. Şaredariya Gel jî gelek tedbîr girtine û sivîlan ji gundê Borzê yê nêzî bendavê derdixe.

Ji ber barana zêde metirsî heye ku bendava Borzê hilweşe
25 adar, 2019   11:07
QAMIŞLO

Ev 2 roj e baraneke dijwar li herêmên Bakurê Sûriyê û bi taybet li herêma Dêrikê dibare. Baran heta niha dewam dike.

Ji ber barana zêde lehî rabû, gelek rê hatin girtin, ji wan rêya Qamişlo û Dêrikê û ava di bendavan de zêde bû. Di vê çarçoveyê de, li herêma Dêrikê bendavên Borzê û Başotê li ber metirsiya hilweşînê ne. Ekîbên Şaredariya Gel ji bo rêgirtina li pêşiya hilweşîna her du bendavan, ji duh bi şev ve ketine nava liv û tevgerê.

Hevserokê Şaredariya Gel a Dêrikê Fermez Hemo têkildariya metirsiya hilweşîna her du bendavan agahiyên girîng dan ajansa me.

Fermez Hemo di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku wek tedbîr ji bo pêşîgirtina li rûxandina her du bendavan, bendên her du bendavan vekirin da ku zext li ser her du bendava kêm bibe.

Hemo bal kişand ser rewşa bendava Borzê û got: “Niha metirsiya herî zêde li ser bendava Borzê heye. Lewre rêya ku di ser bendavê re diçe, me girt. Di heman demê de, tireksên şaredariyê jî sîwrên li derdora bendavê xurt dikin da ku hilneweşin.”

Hemo anî ziman ku ger bendava Borzê hilweşe, xetere li ser gundên Borzê, Kanîkerkê, Hekemiyê, Zixatê û Kanîmitirbê heye û wiha dewam kir: “Ji bo ku em jiyana sivîlên gundên Borzê, Kanîkerkê, Hekemiyê, Zixatê û Kanîmitirbê biparêzin, me erebeyên mezin bi rê kirin wan gundan. Niha gundê Borzê ji sivîlan tê valakirin. Li gundên din jî, amadekarî hene û erebeyên şaredariyê li wir hene, ger bendav birûxe, dê yekser sivîl ji wan gundan werin derxistin.”

Bendava Borzê 1 km li rojhilatê bajarê Dêrikê dikeve. Bendava Başotê jî derdora 5 km li bakurê rojhilatê bajarê Dêrikê dikeve.

(ekîb)

ANHA