Lehiya çemê Cerah rabû, Tîma Awarte lez da alîkariya gundên Tirbespiyê

Barana dijwar a ku li navçeya Tirbespiyê bariya bû sedema lehiya çemê Cerah, dewam dike. Her wiha av herikî piranî mal û dikanên şêniyan ên li sûka navendî. Tîma Awarte ya Şaredariya Gel lez da piştevaniya şêniyên gundên başûrê navçeyê.

Lehiya çemê Cerah rabû, Tîma Awarte lez da alîkariya gundên Tirbespiyê
Lehiya çemê Cerah rabû, Tîma Awarte lez da alîkariya gundên Tirbespiyê
Lehiya çemê Cerah rabû, Tîma Awarte lez da alîkariya gundên Tirbespiyê
Lehiya çemê Cerah rabû, Tîma Awarte lez da alîkariya gundên Tirbespiyê
Lehiya çemê Cerah rabû, Tîma Awarte lez da alîkariya gundên Tirbespiyê
Lehiya çemê Cerah rabû, Tîma Awarte lez da alîkariya gundên Tirbespiyê
25 adar, 2019   11:31
QAMIŞLO

Navçeyên rojhilat ên kantona Qamişlo ji duh ve rastî baranên dijwar hatin. Di encamê de lehiya çemê Cerah rabû ku zêdetirî 25 sal e şêniyan bûyereke wiha nedîtiye.

Li aliyekî din jî av kete piranî mal û dikanên bazirganî yên li sûka navendî û di encamê de ziyanên madî rû dan.

Her wiha Tîma Awerte ya Şaredariya Gel bi lezgînî berê xwe da gundên başûrê kantonê da ku piştevaniya şêniyan bike, nemaze gundê Hemare yê ku dikeve başûrê rojavayê navçeyên ku bi sedema barana gur lehî lê rabûye, gelek pez bi avê de çûye û zirareke mezin bi malên şêniyan bûye.

Hê jî barana dijwar dewam dike.

(fr)

ANHA