Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên îro behsa serkeftina QSD`ê ya li dijî DAIŞ`ê, xetereya ku DAIŞ`iyên girtî çêdikin, serhildanên Cezayîrê û aloziya Yemenê kir.

Rojeva rojnameyên erebî yên îro
25 adar, 2019   09:12
NAVENDA NÛÇEYAN

El-Heyat: Kurd ji Şamê dixwazin ku diyalogê bikin û ji Ereban dixwazin ku bi çavekî xeta li hemberî Tirkiyê li wan binêrin

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya El-Heyat wiha got: “Kurd ji rejîmê dixwazin ku diyalogê çêke ji bo pêşîgirtina destwerdana di kar û barên Sûriyê de û nexasim ji aliyê rejîma Tirkiyê ya dagirker ve.” Rayedarekî Kurd ê navdar got divê Şam û  piraniya paytextên erebî bi çavekî li Rêveberiya Xweser binêrin wekî xeta ewlehiyê û xeta li hemberî mêtingeriya dewleta Tirk.”

Endamê Meclisa Serokatî ya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Sîhanok Dîbo ji El-Heyat re axivî û got: “Îro li pêşberî QSD û MSD`ê astengiyên mezin hene. Tevî ku QSD û destekdayîna Koalîsyona Navneteweyî dewleta ku rêxistina teror di sala 2014`an de ava kir, rûxandin lê belê heta niha DAIŞ heye.

Dîbo bi berdewamî got: “DAIŞ bi awayekî bihêz li Efrînê û Idlibê û li herêmên Dir El-Firat perwerde dibînin û li herêmên Badiya Şam, çolistana Bûkemal, bejahiya Siwêda û li herêmên Wadî Mot a sînorê Deraa heye.”

El-Ereb: Endamên DAIŞ`ê yên biyanî ‘bombeyên ku dikarin di her demekê de biteqin’ di girtîgehên Kurdên Sûriyê de ne

Rojnameya El-Ereb, têkildarî girtiyên DAIŞ`ê yên di destê QSD`ê de wiha nivîsand: “Hebûna bi hezaran endamên DAIŞ`ê yên biyanî di girtîgehên Hêzên Sûriya Demokratîk de, barekî giran di aliyê ewlehiyê de çêdike. Ji aliyekî din ve jî, bangên Amerîka û Sûriyê yên dubarekirî ji bo ku dewlet welatiyên xwe yên di nava DAIŞ`ê wergirin, têk çûn.”

Cezayîr

Têkildarî rewşa Cezayîrê jî rojnameya Şerq El-Ewset got: “Heta niha serhildanên gel ên redkirina serokê Cezayîrê Ebdulezîz Boteflîqa di hikum de, ji 22`yê Sibatê ve dewam dikin. Di vê çarçoveyê de, Partiya Cebha El-Tehrîr El-Wetenî hêdî hêdî dev ji destekdayîna Boteflîqa berdide.”

Misr, Urdun û Iraq

Têkildarî lûtkeya sêalî, rojnameya Şerq El-Ewset wiha got: “Serokê Misrê Ebdulfettah El-Sîsî, qiralê Urdunê Abdullah Tanî û serokwezîrê Iraqê Adil Ebd El-Mehdî di lûtkeya sêyemîn a ku duh li El-Qahîre çêbû, tekez kir ku ew ê hevkarî û koordîneya stratejîk di navbera xwe de çêkin da ku îstiqrar li herêmê çêbe û çareseriyan ji aloziyên welatên Ereban re, peyda bikin.”

Yemen

Têkildarî rewşa Yemenê jî, rojnameya Şerq El-Ewset wiha got: “Civîna Komîteya Jinûvebelavbûnê li bajarê El-Hudeyda ku dihat payîn ku roja duşemê were lidarxistin, hate taloqkirin.”

(kc)