Hewldana çareserkirina pirsgirêka kêmbûna nan li Zirganê

Şêniyên navçeya Zirganê ya girêdayî herêma Serêkaniyê ya kantona Hesekê, Komîteya Temwînê ya şaredariya navçeyê ji bo kêmbûna nan rexne kir. Rêveberên komîteyê tekez kir ku hewla wan a çareserkirina pirsgirêkê û zêdekirina nan di vê derbarê de heye.

Hewldana çareserkirina pirsgirêka kêmbûna nan li Zirganê
25 adar, 2019   08:30
BASIL REŞÎD / HESEKÊ

Şêniyên navçeya Zirganê ya girêdayî herêma Serêkaniyê pirsgirêka kêmbûna nan dikişînin. Li gorî şêniyan raber kiriye ku firneya navçeyê tenê 2 rojan di hefteyê de dixebite û nan têra pêwîstiya şêniyan nake.

Şêniyên navçeyê bi rêya ajansa me ANHA’yê bang li aliyên pêwendîdar kir ku li gorî pêdiviyê nan zêde bikin û vê arîşeyê çareser bikin.

Di vê çarçoveyê de şêniyê bi navê Mihemed Abdullqadir Sîno diyar kir ku nan li navçeyê kêm e, lewre şênî neçar dimînin ku nanê siyahî bi nirxekî zêde bikirin, lê hin malbatên xizan hene nikarin nanê siyahî bikirin.

Qasim Hemîd Baderî jî bang li aliyên pêwendîdar kir ku vê arîşeyê çareser bikin.

Têkildarî mijara kêmbûna nan endamê rêveber ê Komîteya Zabîte û Temwînê ya şaredariya navçeya Zirganê Mehmûd Qadir Mihemed Eza got sedema wê ew e ku tenê 13 ton ard ji bo firneya Zirganê hatiye veqetandin, ji ber vê yekê tenê 2 rojan di hefteyê de firne dixebite.

Qadir Mihemed Eza tekez kir ku nan têra şêniyan nake.

Di dawiyê de Mihemed diyar kir wan ji aliyên peywendîdar xwestiye ku ard ji bo navçeyê zêde bikin da ku pêdiviyên şêniyan bi cih bikin.

(fr)

ANHA