Ji ber ketina rokêtekê li Tel Ebîbê, Netanyahu serdana xwe ya li DYE'yê nîvco hişt

Li herêma Mishmeretê ya li bakurê paytexta Îsraîl Tel- Ebîbê , roket malekê ket. Polîsan diyar kirin ku ji ber êrîşê 5 kes birîndar bûne. Netanyahu serdana xwe ya li DYE'yê nîvco hişt.

Ji ber ketina rokêtekê li Tel Ebîbê, Netanyahu serdana xwe ya li DYE'yê nîvco hişt
25 adar, 2019   09:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê ragihand, nîvê şevê ji aliyê Xezayê êrîşa bi roketan hatiye kirin.

Hate gotin, roketek li maleke li Mishmeretê ketiye ku herêm bi 80 kîlometreyî dûrî Xezayê  ye. Li gorî polîsan, di encama teqîna roketê de şewat derketiye û 5 kes birîndar bûne.

Êrîş di demekê de hate kirin ku Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu ji bo li ser desthilatdariyê bimîne kampanya hilbijartina giştî ya 9'ê Nîsanê dimeşîne.

Hamasê û Cihada Îslamî ragihandin ku êrîş ji aliyê wan ve nehatiye kirin. Tê îdîakirin, dibe ku komên mûxalîf êrîş kiribin. Tevî ku Îsraîl Hamasê weke berpirsyarê êrîşê bibîne jî, di çapemeniya Îsraîlê de tê gotin, roketên bi tîpa Fecj dibe ku di dema lênihêrînê de bi şaşitî li Tel- Ebîbê  ketibe.

Êrîş di demekê de hate kirin ku Netanyahu li DYE'yê ye. Tê payin ku Netanyahu bi Serokê DYE'yê Donald Trump hevdîtinê bike û hate eşkerekirin ku serdan wê neyê dirêjkirin.

14'ê Adarê ji Şerîda Xezayê  ber bi Tel- Ebîbê  ve du roket hatibûn avêtin. Ji ber êrîşê tiştek bi kesî nehatibû

Îsraîlê jî bi navê bersivdanê 100 bomberdûman li nuqteyên Hamasê kiribû û ji ber van êrîşan 4 Fîlîstînî birîndar bûbûn.