Rêveberiya Jinan a Tebqayê serkeftina QSD`ê pîroz kir

Îro Rêveberiya Jinan a Tebqayê bi daxuyaniyekê serkeftina QSD`ê ya li dijî DAIŞ’ê pîroz kir û diyar kirin ku ew hêvî dikin Efrîn ji Tirkiyê bê rizgarkirin.

Rêveberiya Jinan a Tebqayê serkeftina QSD`ê pîroz kir
24 adar, 2019   14:38

TEBQA

Duh QSD`ê têkçûna DAIŞ’ê ragihand û diyar kir ku dê pêngava tinekirina şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê bidin destpêkirin. Ji duh ve gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê serkeftina QSD’ê pîroz dikin. Îro jî Rêveberiya Jinan a Tebqayê bi daxuyaniyekê serkeftina QSD’ê pîroz kir.

 Daxuyaniya ku ji aliyê Endama Rêveberiya  Jinan a Tebqayê Fatima Behbûh ve hat xwendin de wiha ye:

"Her sibeh hêviyeke nû tê bidestxistin, çiqasî xweş e ku mirov bi hêviyên re bijî, da armancên xwe pêk bînin. Vaye QSD`ê soza xwe di têkbirina terorê de bi cih anîn. Şervanan  ji Kobanê, Minbic, Tebqa û Reqayê dest pê kirin û gihaştin Dêrazorê û herêm ji çeteyan hat rizgarkirin. Têkbirina çeteyan pêngava yekem a azadiyê ye. Em hêvî dikin ku hemû herêm û di serî de Efrîn, ji terorê were rizgarkirin.”

(eh)

ANHA