Sersaxî ji malbata şehîd Piling Kobanê re hate xwestin

Şêniyên kantona Kobanê sersaxî ji malbata şervanê YPG‘ê Îbrahîm Xelîl (Piling Kobanê) ku dema bi erka xwe ya leşkerî şehîd bibû,  re xwestin.

Sersaxî ji malbata şehîd Piling Kobanê re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Piling Kobanê re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Piling Kobanê re hate xwestin
24 adar, 2019   14:20

KOBANÊ

Bi dehan welatiyên kantona Kobanê , endam û rêveberên saziyên sivîl, şervanên YPG'ê , YPJ, û Erka Xweparastin sersaxî ji malbata şehîd  Ibrahîm Xelîl (Piling Kobanê) re ku dema bi erka xwe ya leşkerî şehîd bibû, xwestin.

Konê sersaxiyê li gundê Gocekmît ê girêdayî navçeya Çelebiyê yê kantona Kobanê, hatibû vedan.

Merasîm sersaxiyê bi deqeyekê rêzgirtin dest pê kir, piştre endamê Buroyên Têkliyên YPG`ê Îbrahîm Bozan sersaxî ji malbata şehîd xwet û wiha got:”Weke hûn dizanin rojên îro girîng û pîroz in ji ber ku ew dagirkeriya bêwijdan li ser tevahiya Bakurê Sûriyê de hatibû, ne hêsan bû ku were tunekirin, lê îro bi saya xwîna lehengên bê hempa mizgîniya rizgarkirina Baxozê û tunekirina DAIŞ`ê hat.”

Paşê li ser navê malbata şehîd Îbrahîm, Adil Weyso bi xêr hatina beşdaran kir û got:”Em tu car bê encam namînin. Eger ne xwîna van şehîdan ba me va roja nedidît.”

Merasîm bi duruşmeya “şerhîd namirin” bi dawî bû.

(hk)

ANHA