Li Serêkaniyê serkeftina QSD`ê hate pîrozkirin

Bi sedan şêniyên bajarê Serêkaniyê serkeftina QSD`ê li dijî çeteyên DAIŞ`ê pîroz kir û şervanên YPJ/YPG`ê û QSD`ê toreneke leşkerî li dar xist.

Li Serêkaniyê serkeftina QSD`ê hate pîrozkirin
Li Serêkaniyê serkeftina QSD`ê hate pîrozkirin
Li Serêkaniyê serkeftina QSD`ê hate pîrozkirin
Li Serêkaniyê serkeftina QSD`ê hate pîrozkirin
Li Serêkaniyê serkeftina QSD`ê hate pîrozkirin
Li Serêkaniyê serkeftina QSD`ê hate pîrozkirin
Li Serêkaniyê serkeftina QSD`ê hate pîrozkirin
Li Serêkaniyê serkeftina QSD`ê hate pîrozkirin
24 adar, 2019   13:58
HESEKÊ

Meclisa herêma Serêkaniyê ya girêdayî kantona Hesekê bi boneya serkeftina QSD`ê û têkçûna DAIŞ`ê li Stada Şehîd Rustem Cûdî şahiyek li dar xist. Bi sedan şêniyên herêmê, şervanên YPJ/YPG`ê beşdarî şahiyê bûn. Her wiha şervanên YPJ/YPG`ê û QSD`ê toreneke leşkerî li goristana şehîdan a Serêkaniyê li dar xistin.

Paşê ji fermandarên QSD`ê Îmad Serêkaniyê axivî û serkeftina mezin li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê Kurd û tevahî hêzên leşkerî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û hemû şehîdên azadiyê bi bîr anî.

Îmad Serêkaniyê di axaftina xwe de wiha anî ziman: "Em li hember çi êrîşên li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade ne. Hêzên me serkeftineke dîrokî li dijî çeteyên DAIŞ`ê ku tevahî cîhan xistibû nava metirsiyê de, bi dest xistin."

Paşê bi sedan şervan bi karwanekî ji erebeyan li kolanên bajêr geriyan.

Karwanê erebeyan berê xwe da Stada Rustem Cûdî û şahiyek li dar xist. Di şahiyê de hevseroka Meclisa Navçeya Serêkaniyê Fadiya Îbrahîm axivî û serketina QSD`ê li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, malbatên şehîdan û şervanên YPJ/YPG`ê pîroz kir.

Di dawiyê de xelekên dîlanan hatin gerandin û dirûşmên silavkirina berxwedana şehîdan û hêzên leşkerî hatin berzkirin.

(bx)

ANHA