‘Bi têkçûna DAIŞ`ê xewn û xeyalên şehîdan pêk hatin’

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ji bo serkeftina QSD`ê û têkbirina DAIŞ`ê li Dêrazorê, daxuyaniyek li Kobanê da.

‘Bi têkçûna DAIŞ`ê xewn û xeyalên şehîdan pêk hatin’
24 adar, 2019   13:54
KOBANÊ

Di daxuyaniya Tevgera Ciwanên Şoreşger de bi dehan ciwan, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan û şervanên YPG û YPJ`ê amade bûn. Alên YPG, YPJ, Meclisa Malbatên Şehîdan, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin rakirin. Daxuyanî li Goristana Şehîd Dîcle ya ku li başûrê bajarê Kobanê dikeve, hat dayîn.

Daxuyanî ji aliyê endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Dewran Xelîl ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Di destpêkê de em wek Kobanê serkeftinên hêzên QSD, YPG, YPJ`ê li dijî çeteyên DAIŞ`ê ji rêberê gelan rêber Apo û hemû gelên herêma re pîroz dikin. Em bawer dikin ku xilaskirina çeteyên hov û reş wê ji bo cîhanê bibe hêviyeke mezin a azadiyê. Dîsa em dibînin ku gelên  Kurd, Ereb, Suryan û Tirkmen bi qedandina çeteyên DAIŞ`ê gihîştin aramiyekî tirsa ku dijîn, bi dawî bû.

Bi daxuyaniya fermandarê QSD`ê em dizanin ku di tunekirina çeteyan li ser axa Rojava û Bakurê Sûriyê 11 hezar şehîd ji aliyê gelên herêmê ve hatin dayîn. 22 hezar law û keçên van axan di vê oxirê de birîndar ketin. Em şehîdên şoreşê û hemû şehîdên ku ji bo azadiya gelan canê xwe dan bi minet bi bîr tînin.

11 hezar zarokên gelan bê tirs çûn ser çeteyan û tu carî gav paş ve neavêtin. Ji destpêka berxwedana Kobanê ku çeteyan tekçûna xwe ya yekem li vir jiyan heya berxwedana Dêrazorê fedayiyên azadiyê bi bawer çûn li ser dijmîn û ew qedandin. Ger rojek jî ji vê berxwedanê re navber bihata dayîn wê çete ji vê hêz bigirta, lê şervanên azadiyê bê navber çûn li ser çeteyan û ew tunekirin. Bûn sedem ku li hember gelê Kurd çok danin. Xeyalên serokçeteya dewleta Tirk Erdogan a ku digot “Kobanê ket û ha ket" vala derxistin.

Ev serkeftin, serkeftina şehîdên ku bûn ronahî û taritî parçe kirine. Em ê tu carî dilsoziya wan, bawerî û hêviyê wan ji bîr nakin. Şehîdên van axan bûn, ronahiya pêşarojê zarokên bûn fedayê jiyana azad.

Pekrewan û lehengên gelê Kurd û gelên herêmê bûn sedema ku tevahî gelên herêmê werin gel hev û hêviya bi hev re em dikarin jiyana bikin ava kirina. Ev bûna mîsogeriya paradigmaya netewa demokratîk a rêvberê Apo. Bi saya van şehîdan êdî tu hêz nikare êrîşê van axan bike. Ev şehîd di heman demê de ji bo me bûna ferman ku em axa Efrîn rizgar bikin.

Em wek Tevger Ciwanên Şoreşger ên Kobanê ji bajarê Berxwedanê carekî din diyar dikin ku em ê xewn û xeyalên şehîdan pêk bînin. Em ê jî weke wan tu carî gav paş ve navêjin û her cura dijmîn ji van axan biqewtînin.

Her wiha şehîd Zulkuf Gezen, şehîd Ugur Şakar û şehîd Ayten Beçet ku li Bakurê Kurdistanê û Ewropa li dijî tecrîda li ser rêber Apo bedena xwe kir agir û şehîd ketin, bi minetarî bi bîr tînin û soza bilindkirina têkoşînê dubarê dikin."

Daxuyanî bi sloganên "Bijî berxwedana YPG, YPJ û QSD`ê û “Bijî serok Apo" bi dawî bû.

(şm-hk)

ANHA