‘Hêviyên şêniyan bi saya şehîdan pêk hatin’

Di merasîma sersaxiya şervanê QSD’ê Mehmûd Şenyor de hate diyarkirin ku bi saya şehîdan hêviyên şêniyên herêmê pêk hatine.  

‘Hêviyên şêniyan bi saya şehîdan pêk hatin’
‘Hêviyên şêniyan bi saya şehîdan pêk hatin’
‘Hêviyên şêniyan bi saya şehîdan pêk hatin’
‘Hêviyên şêniyan bi saya şehîdan pêk hatin’
24 adar, 2019   14:06
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeya Girkê Legê û Çilaxa sersaxî ji malbata şervanê QSD`ê Mehmûd Şenyor (Azad Harma) re xwest ku dema beşdarî Şerê Tunekirina Terorê di baregehên dawîn ên li gundê Baxozê bûbû şehîd bûbû re xwestin.

Şêniyan û şervanên YPG û YPJ`ê berê xwe da Navenda Hêzên Parastina Civakî ya ku dikeve navçaya Til Koçerê ku li wir konê sersaxiyê hatibû vedan da ku sersaxiyê ji malbata şehîd Mehmûd Şenyor re bixwazin.

Merasîma sersaxiyê bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê ji fermandarên YPG`ê Rohat Ciwan axivî û got: "Em sersaxiyê ji malbata şehîd re dixwazin, her wiha rizgarkirina bejahiya Dêrazorê ji çeteyan li şêniyan pîroz dikin."

Rohat Ciwan destnîşan kir ku bi saya şehîdan hêviyên şêniyan bi tunekirina çeteyan pêk anîn.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Hewas El-Miflih jî rizgarkirina Sûriyê ji çeteyan, li bav û dayikên şehîdan pîroz kir û teqez kir ku şehîd ew in ên ku azadî û serkeftin li Sûriyê bi dest xistine. 

Merasîm bi sloganên “Şehîd namirin” û “Bijî serkeftin” bi dawî bû.

(eh)

ANHA