Nasnameyên 3 şervanên YPG`ê hatin eşkerekirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel bi daxuyaniyekê nasnameyên 3 şervanên xwe yên ku gihîştine asta şehadetê, eşkere kirin.

Nasnameyên 3 şervanên YPG`ê hatin eşkerekirin
24 adar, 2019   13:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyekê nasnameyên 3 şehîdên xwe eşkere kirin.

Daxuyanî wiha ye:

"3 hevrêyên me di meha Adarê di cihên cuda yên Rojava de dema ku li ser erka xwe bûn, gihîştin şehadetê. Hevrêyê me Garzan di dîroka 13’ê Adarê de li Şedadê, hevrêyê me Kemal li Helebê roja 20’ê Adarê û hevrêy ê me Piling jî di roja 21’ê Adarê li Kobanê dema ku li ser erk û peywira xwe bûn, di encama qezayên cuda de gihîştin şehadetê.

Şehadeta hevrêyên me yên bi vî rengî her çi qas me biêşîne jî em ê jiyan û têkoşîna wan ji xwe re bikin bingeha têkoşîna xwe ya azadiyê. Ji ber ku hêz û morala ku em jê digirin felsefeya jiyana şehîdên me ne û em ê bi vê bîr û baweriyê têkoşîna xwe heya serkeftinê tacîdar bikin, bidomînin. Di vê çarçoveyê de, di serî de malbatên hêja yên şehîdên me û serê hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz sax be û careke din di kesayeta li ser van şehîdên me tevahî şehîdên xwe yên nemir bi rêzdarî bi bîr tînin."

Li gorî daxuyaniyê nasnameyên şehîdan wiha ne:

Nasnav: Garzan Tekoşer
Nav û paşnav: Yezen Şenûn
Navê dayikê: Nafîs
Navê bav: Eladîn
Cihê jidayikbûnê: Şam
Cih û dîroka şehadetê: Şedadê / 13’ê Adarê 2019

*****

Nasnav: Kemal Efrîn
Nav û paşnav: Elî Heyder
Navê dayikê: Siltan
Navê bav: Mihemed
Cihê jidayikbûnê: Efrîn
Cih û dîroka şehadetê: Heleb / 20’ê Adarê 2019

*****

Nasnav: Piling Kobanê
Nav û paşnav: Îbrahîm Xelîl
Navê dayikê: Ayşe
Navê bav: Xelîl
Cihê jidayikbûnê: Reqa
Cih û dîroka şehadetê: Kobanê / 21’ê Adarê 2019