Meclisa Jinan a Minbicê serkeftina QSD`ê pîroz kir

Meclisa Jinan a Minbicê serkeftina QSD`ê li dijî çeteyên DAIŞ`ê pîroz kir.

Meclisa Jinan a Minbicê serkeftina QSD`ê pîroz kir
24 adar, 2019   13:16
MINBIC

Meclisa Jinan a Minbicê û gundên wê îro daxuyaniyek da û serkeftina QSD`ê li dijî DAIŞ`ê piştî şerê 5 salan ji şerê çeteyan, pîroz kir.

Bi dehan jinên di saziyên di bin sîwana meclisê de kar dikin, li hola lîstokan a li ser rêya Cerablusê li bajarê Minbicê, kom bûn û li wir daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê berdevka fermî ya Meclisa Jinan Ibtîsam Ebdulqadir ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Bi hatina cejna Newrozê mizgîniyên mezin hatin, va ye îro Dêrazorê mizgîniya rizgarkirina xwe dide, bi Meclisa Jinan a Minbicê û hemû jinan em rizgarkirina Dêrazorê li gelê wê pîroz dikin û taybet jinên ku li dijî dijmin sekînin û destanên lehengiyê nivîsandin.

Bi vê vîn û rihî, DAIŞ li Kobanê, Serêkaniyê, Minbic, Tebqa, Reqa û îro jî Dêrazorê têk çû û roja azadiyê careke din vegeriya.

Rêya jinên azad an şehadet an jî serkeftin e, kêfxweşiya me bi serkeftin û têkçûna DAIŞ`ê hêz û îradeyê dide me ku em rêya tekoşînê dewam bikin da ku Efrîn, Bab û Cereblusê ji dagirkeran rizgar bikin û em hêza xwe ji berxwedana Leyla Guven digirin.

Pîroz be serkeftin, pîroz be ji QSD`ê û Meclisa Leşkerî ya Minbicê re. Ev serkeftin bi saya lehengiya bi hezaran şehîdan û birîndaran pêk hat.

Silav ji şervanên duh û şehîdên îro re, xeyalên wan pêk hatin û DAIŞ bi dawî bû.”

Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.

(jo)

ANHA