Newroza Girê Spî bi silavkirina berxwedana QSD`ê bi dawî bû

Newroza Girê Spî ku îro bi dirûşma "Bi rihê Newrozê em ê tecrîdê bişikînin û Efrînê rizgar bikin" dest pê kiribû, bi dawî bû.

Newroza Girê Spî bi silavkirina berxwedana QSD`ê bi dawî bû
Newroza Girê Spî bi silavkirina berxwedana QSD`ê bi dawî bû
Newroza Girê Spî bi silavkirina berxwedana QSD`ê bi dawî bû
Newroza Girê Spî bi silavkirina berxwedana QSD`ê bi dawî bû
Newroza Girê Spî bi silavkirina berxwedana QSD`ê bi dawî bû
Newroza Girê Spî bi silavkirina berxwedana QSD`ê bi dawî bû
Newroza Girê Spî bi silavkirina berxwedana QSD`ê bi dawî bû
24 adar, 2019   13:08
GIRÊ SPÎ

Li bajarê Girê Spî îro di saetên sibê de bi dirûşma "Bi rihê Newrozê em ê tecrîdê bişikînin û Efrînê rizgar bikin"pîrozbahiya Newrozê dest pê kiribû.

Destpêkê agirê Newrozê ji aliyê dayikên şehîdan ve hate pêxistin û paşê axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hat teqezkirin ku pêngava piştî têkçûna çeteyên DAIŞ`ê dê Efrîn ji artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê were rizgarkirin, her wiha hate gotin ku heta serkeftinê û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê têkoşîna xwe berdewam bikin.

Her wiha serkeftina li Dêrazorê diyarî malbatên şehîdan hate kirin.

Paşê koma Behdînan û dayikan, koma Tirkmen a Gelêrî, koma Şehîd Zinar Reş û koma Deha ya Bedewiyan stran û dîlanên gelêrî pêşkêş kirin.  Her wiha şano ji aliyê komên hunerî ve hatin pêşkêşkirin.

Di dawiyê de xelekên dîlanan hatin gerandin û dirûşmên silavkirina berxwedan Leyla Guven, QSD`ê, berxwedan Efrînê û dirûşmên rakirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin berzkirin.

(bx)

ANHA