Xaça Sor serdana kampa Holê kir

Serokê Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor û Gerînendetiyê Rojhilata Navîn a Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor, her wiha serokê Mîsyona Sûriyê ya Xaça Sor serdana kampa Holê kir û rewşa xizmetguzariyê li kampê şopandin.

Xaça Sor serdana kampa Holê kir
Xaça Sor serdana kampa Holê kir
Xaça Sor serdana kampa Holê kir
Xaça Sor serdana kampa Holê kir
24 adar, 2019   13:03
HESEKÊ

Di sala 2016`an de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk kampa Holê ji bo pêşwazîkirina koçberan vekir. Heta niha hejmara koçber, penaber û malbatên çeteyan li kampa Holê 71 hezar û 624 kes e.

Serokê Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor Peter Maurer, ji Gerînendetiya Rojhilata Navîn a Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor Fabrizio Carpani û serokê Mîsyona Sûriyê ya Xaça Sor Flip Alexander serdana kampê kir. Şande ji aliyê hevserokên kar û barên mirovî ên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Zozan Elûş, Ebdulqadir Miwehed û hevserokê kar û barên rêxistinan a herêma Cizîrê Dijwar Ehmed û rêveberiya kampê ve, hate pêşwazîkirin.

Şande di nava kampê de geriya, paşê bi rêveberiya kampê re civiya û tê de mijarên wekî pêdiviyên kampê û taybet navenda tenduristiyê, firneyeke taybet ji bo kampê û berfirehkirina kampê hatin nîqaşkirin.

Serdana serokê Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor Peter Maurer ku 5 rojan dewam kir, piştre daxuyaniyek dan.

Hin xalên girîng ên daxuyaniyê de wiha ne:

"Li kampa ku niha zêdetirî 74 hezar kes lê heye, rewşên zehmet derketine holê, min keda ku bi deh hezaran kes ku berê xwe didin kampê dît. Pêdiviyên pir ji kampê re pêwîst in û ev yek jî ji taqetê derbas dike.

Dezgehên çapemeniyê berê xwe da çarenûsa leşkerên biyanî, lê hejmara wan pir kêm e li kampa Holê û kampên din. Derdora ji sedî 90 ku tên kampê, jin û zarok in. Gelek ji wan di tecrubeyên biêş re derbas bûn û bi dehan zarok ji ber sermayê û rewşên li kampa Holê, jiyana xwe ji dest da.

Em bang li dewletan dikin ku bi awayekî mirovî û li gorî zagonan, tev bigerin û pêdiviyên jiyanî ji wan re pêşkêş bikin.

Em hewl didin li kampa Holê bi hevkariya Heyva Sor a Ereb li Sûriyê alîkariya xwarinê ji kesên ku nû tên kampê re peyda bikin, her wiha avê û aliyên tenduristiyê peyda bikin.”

Pêşkêşkirina alîkariyan li kampa Holê

Komîteya Navneteweyî bi hevkariya Heyva Sor a Ereb li Sûriyê li kampa Holê ku ev tişt ji wan re peyda bikin:

• Rojane peydakirina 9 hezar parên xwarinê ji kesên ku nû tên re.

• 100 hezar lître av bê veguhestin û ava paqij bê belavkirin.

• 176 tuwalêt çêkirin.

• Piştgiriya aliyên tenduristiyê bê kirin.

Komîteya navneteweyî di kampa Holê û kampên din de, xizmetguzariyê pêşkêş dike da ku hevgirtina di nava malbatan de bê kirin, ji sala 2018’an ve komîteya navneteweyî hezar û 661 name kom kirin û 655 name belav kirin.

 (jo)

ANHA