Li dijî Heşd El-Şabî êrîşên xwekujiyê

Serê vê sibehê 3 kesên xwekuj xwe di nava hêzên girêdayî Heşd El-Şabî de, li gundê Sîba Amar ê girêdayî navçeya El-Qeyrewan ku dikeve başûrê Mûsilê teqand.

Li dijî Heşd El-Şabî êrîşên xwekujiyê
24 adar, 2019   12:40

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatin bidestxistin 3 xwekujên ji çeteyên DAIŞ`ê ku rextên bombebarkirî li xwe pêçandibûn, piştî ku Heşd El-Şabî li gundê Sîba Amar ê girêdayî navçeya El-Qeyrewan ku dikeve bakurê bajarê Til Afirê, vê sibehê ew dorpêç kirin, xwe teqandin. 

Der barê agahiyên kuştî û birîndarên di refên Heşd El-Şabî de, tu agahî nehatin bidestxistin.

Hêjayî gotinê ye ku QSD`ê duh têkbirina çeteyan û rizgarkirina baregehên dawîn ên Sûriyê di Şerê Tunekirina Terorê de ragihand, her wiha QSD`ê got wan dest bi pêngaveke nû ji lêgerîna şaneyên veşartî yên çeteyan kiriye.

(ekîb)

ANHA