DYA: Li Sûriyê ax di destê DAIŞ’ê de nema

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê diyar kir ku li Sûriyê hemû qadên di bin desthilatdariya DAIŞ’ê de hatin wergirtin.

DYA: Li Sûriyê ax di destê DAIŞ’ê de nema
22 adar, 2019   17:25

NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevka Koşka Spî Sarah Sanders got: “Li Sûriyê tu parçeyên xakê nemane di destê DAIŞ’ê de.”

Duh şervanên QSD’ê di qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê, Şerê Tinekirina Terorê de, Baxoz a ku çeteyên DAIŞ’ê têde asê mabûn, rizgar kirin. Piştî rizgarkirina Baxozê xebatên lêgerîn û paqijkirina herêmê dan destpêkirin.

(bm)