Îsraîl êrîşî çalakiyê kirin: 2 kes mirin û 62 birîndar bûn

Li rojhilatê sînorê Xezayê,  di çarçoveya Meşa Mezin a Vegerê de leşkerên Îsraîlê mûdaxeleya çalakiya welatiyên Filistînê kirin, di encamê de du kes mirin û 62 jî birîndar bûn.

Îsraîl êrîşî çalakiyê kirin: 2 kes mirin û 62 birîndar bûn
22 adar, 2019   18:48

XEZA

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihandin ku 2 welatiyên Filistînê yek 18 û yê din 29 salî ji ber gulebarana artêşa Îsraîlê birîndar bûn, her wiha 62 din jî birîndar bûn.

Nûçegihane me ji Xezayê ragihand ku girseyeke mezin beşdarî meşê bûn, piştî ku hefteya derbasbûyî ji ber topbarana hêzên Îsraîlê hatibû rawestandin.

Ji destpêka Adara 2018‘an ve li herêma navbera Xezayê û Îsraîlê bi navê "Meşa vegera mezin" çalakî têne lidarxistin. Çalakî ji bo şermezarkirina dorpêça li ser Xezayê û daxwaza vegera penaberên Filistînî yên piştî sala 1948'an ji cih û warê xwe bûn, têne lidarxistin.

Hêzên Îsraîlê bi guleyan û bombeyên rûdikrêjê êrîşî çalakiyan dike, heta niha 271 Filistînî jiyana xwe ji dest dan, cenazeyê 11 kesan li gel artêşa Îsraîlê ne, her wiha 31 hezar birîndar bûn, di nav de rewşa 500 birîndaran giran e.

ANHA