Li Dêrazorê bombeyek hat bêbandorkirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Dêrazorê bombeyek ku kesên nenas li ser rêya herêma Şihêl a bajarokê Bisêrayê bi cih kiribûn, bê bandor kir.

Li Dêrazorê bombeyek hat bêbandorkirin
22 adar, 2019   16:33

DÊRAZOR

Li gorî agahiyên welatiyan du kes li motosêklêtekê siwar bibûn û tiştek li ser rêya herêma Şihêl danîn. Piştî welatiyan agahî dan Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Dêrazorê, hêzê berê xwe dan cihê bombe lê hatî danîn. Piştî dîtin ku bombeye, ew bêbandor kirin.