Şêniyên Babê Newroz pîroz kirin

Şêniyên bajarê Babê yên li gundewarê rojavayê bajar ê rizgarkirî Newroz pîroz kirin.

Şêniyên Babê Newroz pîroz kirin
Şêniyên Babê Newroz pîroz kirin
Şêniyên Babê Newroz pîroz kirin
Şêniyên Babê Newroz pîroz kirin
Şêniyên Babê Newroz pîroz kirin
Şêniyên Babê Newroz pîroz kirin
Şêniyên Babê Newroz pîroz kirin
Şêniyên Babê Newroz pîroz kirin
Şêniyên Babê Newroz pîroz kirin
Şêniyên Babê Newroz pîroz kirin
22 adar, 2019   15:35

MINBIC

Bi sedan şêniyên Babê yên li gundewarê rojavayê bajar ê rizgarkirî Newroz bi dirûşma "Bi rihê Newrozê em ê tecrîdê bişînin û Efrînê rizgar bikin" îro Newroz li qada Dibistana bajarokê Erîmayê pîroz kirin.

Şandeyeke ji Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê û fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û Meclisa Leşkerî ya Babê di pîrozbahiyê de amade bûn.

Qada pîrozbahiyê bi wêneyên şehîddan, alên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û Meclisa Leşkerî ya Babê, Meclisa Malbatên Şehîdan û pankartên bi nivîsên "Cejna Newrozê dê sembola buhar, xweşî, têkoşîn, piştevahî û biratiyê bimîne", "Bi rihê Kawayî Hesinkar û berxwedana Leyla Guven em Newrozê pîroz dikin û em ê bi serkevin" û " Bi rihê berxwedanê dê bajarê Babê rizgar bibe" hatibû xemilandin."

Pîrozbahî di deqeya rêzgirtin dest pê kir. Paşê bi navê komênên bajarokê Erîma û êla Keyar endamê komînê Mustefa Mehmûd axivî û Newroz li şêniyan pîroz kir û got; Newroz cejna hezkirin, aşîtî û biratiya gelan e.

Bi navê Meclisa Leşkerî ya Babê jî fermandarên meclisê Yûsif Erîma jî Newroz li hemû gelên Sûriyê pîroz kir û soza rizgarkirina Babê, Efrînê, Idlib û hemû deverên Sûriyê yên dagirkirî da.

Di pîrozahiyê de bi navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Farûq El-Maşî axivî û got: "Newroz sembola azadî û biratiya gelan e. Îro neviyên Kawayê Hesinkar li hemberî terorê destanên lehengiyê dinvisînin."

El-Maşî di dawiya axaftina xwe de got: "Bi rihê Newrozê em ê tevahî herêmên dagirkerî rizgar bikin."

Her wiha bi navê Meclisa Jin a Minbic û gundewarên wê, Hevseroka Meclisa Xeta Muhtereq Delai El-Hisên Newroz li xelkên Babê pîroz kir û got: "Bi têkoşîna jin em ê mişeleya azadiyê vêxînin."

Piştî axaftinan, dayikên şehîdan mişeleya Newrozê pêxistin.

Zarokê bi navê Sîracedîn El-Abdo jî helbest xwendin. Ji aliyê komên navenda çand û hunerê yên Minbicê stran hatin gotin.

Pîrozbahî bi gerandina xelekên dîlanan bi dawî bû.

Hêjaye bi bîrxistinê ye ku şêniyên Babê ev cara yekemîn ku Newrozê pîroz dikin. Şêniyan ji ber siyasetên zextê yên rejîma Sûriyê nedikarîn Newrozê pîroz bikin.

(bb)

ANHA