Rêveberiya Xweser sersaxî ji gelê Iraqê re xwest

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo qurbaniyên bûyera noqbûna keştiya di çemê Diclayê de li Mûsilê sersaxî ji gelê Iraqê re xwest.

Rêveberiya Xweser sersaxî ji gelê Iraqê re xwest
22 adar, 2019   16:24

GIRÊ SPÎ

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo kesên ku di encama noqbûna keştiyekê di çemê Diclayê de li Mûsilê jiyana xwe ji dest dane du peyamên sersaxiyê ji Serokê Iraqê Behrem Salih û Serokwezîrê  Iraqê Adil Ebdulmihdî û hemû gelê Iraqê re şand.

Peyam wiha ne:

"Serokkomarê Iraqê yê rêzdar Berhem Salih

Serokwezîrê Komara Iraqê bi rêz Adil Abdulmihdî

Silav û rêz:

Me agahiyên bûyera duh a 21‘ê Adara 2019‘an de li Mûsilê ya noqbûna keştiyekê di çemê Diclayê de bi xemgînî bihîst. Di encamê de bi dehan kes, piraniya wan jin û zarok in dema ji pîrozbahiya Newrozê vedigeriyan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan jî winda bû.

Bi navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê em sersaxiyê ji we û gelê Iraqê re dixwazin, bi hêvî ne ku yên windayî jî saxlem vegerin."

ANHA