Foza Yûsif: Pêvajoya avakirinê dest pê kir

Endama Koordînasyona Kongreya Star Foza Yûsîf di Newroza Qamişlo de axivî û wiha got: “Êdî bi vîna gelê me bi têkçûna DAIŞ re pêvajoya avakirinê dest pê kir.”

Foza Yûsif: Pêvajoya avakirinê dest pê kir
21 adar, 2019   10:52

QAMIŞLO

Endama Koordînasyona Kongreya Star Foza Yûsif di pîrozabiyên Newrozê yên Qamişloyê de axivî û wiha got: “Bi rihê Newrozê em ê tecrîda li ser rêber Apo bişikînin û Efrînê rizgar bikin.”

Foza Yûsif Newroza gelên Rojhilata Navîn û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha axivî: “Îro em dîrokeke nû dinivîsin. Bi vîna gelan û pêşengiya Kurdan împaratoriya DAIŞ’ê têk dibin û lehengiya şervanên QSD’ê pîroz dikin. 8 sal di ser şoreşa Rojava re derbas dibe. Heya niha tu çareserî bi pirsgirekên Sûriyê çareser nebûne. Ji ber bê vîna gelê herêmê ev pirsgirek çareser nabe. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê îspat kir ku yên demokrasiyê ava bikin, ew in. Bêyî vîna gelê herêmê tu çareserî bi pêş nakevin û bi ser nakevin.”

‘Li dijî hemû gefan xwe biparêzin’

Foza Yûsif li ser gefên wezîrê parastinê yê rejîma Sûriyê jî ev tişt got: “Rejîma Sûriyê bê berpirsyarî tev digerê û gefan li hêzên Sûriyê dixwe. Gelê me çawa yekitiya Sûriyê parast, li hember hemû gefan dê xwe biparêze. Em xwedî projeya demokrasiyê ne. Bi van gefan alozî çareser nabin, alozî xurttir dibin. Bila her kes bizane ku em bi guftûgoyan re ne. Lê heger gef li ser me bên kirin jî, em ê xwe biparêzin û gefan tu carî qebûl nakin. Li hember hemû gefan sîstema xwe biparêzin û xwe ji her tiştî re amade bikin.”

Foza Yûsif têkildarî têkçûna DAIŞ’ê bang li hêzên navneteweyî kir ku bi erkên xwe rabin û wiha got: “Ji bo hêzên navneteweyî jî em dibêjin bi hezaran şehîdan me DAIŞ têk bir. Bila Neteweyên Yekbûyî bi erkmn xwe rabin û van hemwelatiyên xwe yên DAIŞ’ê dadgeh bikin. Pêvajoya avakirinê dest pê kir. Şerê me li hember DAIŞ’ê bi dawî bû lê hin jî gelek herêmên me di bin dagirkeriyê de ne. Wekî li Efrîn, Bab, Cerablusê şerê me bi dawî nebûye. Heya ku Efrîn rizgar nebe, têkoşîna me jî bi dawî nabe. Em soza têkoşîna rizgarkirina Efrînê didin. Em ê bi rihê Newrozê tecrîda li ser rêber Apo bişikînin û Efrînê rizgar bikin.”

ANHA