Li Şamê şahiya Newrozê

Kurdistaniyên li peytexta Sûriyê Şamê Newroza 2019`an bi şahiyekê li taxa Zorava pîroz kirin.

Li Şamê şahiya Newrozê
Li Şamê şahiya Newrozê
Li Şamê şahiya Newrozê
Li Şamê şahiya Newrozê
21 adar, 2019   17:00

ŞAM

Kurdistaniyên Şamê tevî pêkhateyên din ên taxa Zorava li herêma çandiniyê kom bûn û Newroz pîroz kirin.

Kurdistanî ji saetên berbanga sibehê ve bi cilên gelêrî, al û sembolên Kurdî herikîn qada pîrozbahiyê.

Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Paşê li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk, Partiya Demkoratîk a Kurd û Meclisa Malbatên Şehîdan axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de Newroza 2019`an li gelê Kurd û tevahiya gelên herêmê hate pîrozkirin. Axaftvanan hêvî kirin ku xêr û aştî li herêmê belav bibe û bang li jiyana hevbeş a di Sûriyeyek demokratîk de kirin.

Serokê Himêmîn Dr. Ilyan Mised bi rêya peyamekê Newroza 2019`an li gelê Kurd pîroz kir, her wiha Eniya Demokratîk a Opozisyona Sûriyê Newroz li gelê Kurd û gelê Sûriyê pîroz kir.

Piştî axaftinan hunermend Xalid Hacî tevî Koma Şehîd Serhed stranên şoreşgerî yên li ser Berxwedana Serdemê gotin. Piştî wê govendên gelêrî pêşandan û Koma Şehîd Avesta û Rojava yên taybet bo jinan berhemên xwe yên hunerî pêşkêş kirin.

Tevî wê jî gelek hunermend ji Sendîqeya Hunermendan a Şamê beşdarî şahiyê bûn û stran bi zimanê Erebî vegotin.

Şahî bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedanê û pîrozkirina Newrozê bi dawî bû.

(şx)

ANHA