Newroza Helebê dest pê kir

Li bajarê Helebê bi dirûşma "Bi rihê Newrozê em ê tecrîdê bişikînin û Efrînê rizgar bikin" pîrozbahiya Newrozê dest pê kir.

Newroza Helebê dest pê kir
Newroza Helebê dest pê kir
Newroza Helebê dest pê kir
Newroza Helebê dest pê kir
Newroza Helebê dest pê kir
Newroza Helebê dest pê kir
Newroza Helebê dest pê kir
Newroza Helebê dest pê kir
21 adar, 2019   09:52

HELEB

Bi hezaran şênî, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî yên bajarê Helebê berê xwe da cihê pîrozbahiya Newrozê. Pîrozbahî li gundê Bino yê herêma Şiqêf tê lidarxistin. Şênî bi cilên xwe yên gelêrî tev li pîrozbahiyê bûne.

Li cihê şahiyê alên TEV-DEM, Kongrea Star, YPJ/YPG, QSD`ê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çalakvanên di zindanan de ku di greva birçîbûnê de ne, hatine daliqandin.

Agirê Newrozê ji aliyê endamên Meclisa Malbatên Şehîdan hat pêxistin.

Tê payîn ku hevseroka Meclisa TEV-DEM`ê Xerîb Hiso, ji rêveberên Kongreya Star Fatma Hesen, hevserokê Rêveberiya Xweseriya Demoratîk a kantona Efrînê Ismet Şêx Îsa biaxivin. Her wiha dê dîlan û stranên gelêrî ji aliyê Navenda Çand û Hunerê ya Şêxmeqsûdê ve werin pêşkêşkirin.

(bx)

ANHA