Li Minbicê bi boneya Newrozê mûm li ser gorên şehîdan hatin vêxistin

Malbatên şehîdan û şêniyên bajarê Minbicê, bi boneya Newrozê mûm li ser gorên şehîdan vêxistin.

Li Minbicê bi boneya Newrozê mûm li ser gorên şehîdan hatin vêxistin
Li Minbicê bi boneya Newrozê mûm li ser gorên şehîdan hatin vêxistin
Li Minbicê bi boneya Newrozê mûm li ser gorên şehîdan hatin vêxistin
Li Minbicê bi boneya Newrozê mûm li ser gorên şehîdan hatin vêxistin
Li Minbicê bi boneya Newrozê mûm li ser gorên şehîdan hatin vêxistin
Li Minbicê bi boneya Newrozê mûm li ser gorên şehîdan hatin vêxistin
Li Minbicê bi boneya Newrozê mûm li ser gorên şehîdan hatin vêxistin
Li Minbicê bi boneya Newrozê mûm li ser gorên şehîdan hatin vêxistin
Li Minbicê bi boneya Newrozê mûm li ser gorên şehîdan hatin vêxistin
19 adar, 2019   18:15

MINBIC

Bi boneya Cejna Newrozê û ji bo bîranîna şehîdên azadiyê, di saetên êvarê de malbatên şehîdên Minbic û gundewarên wê, endamên saziyên sivîl û leşkerî berê xwe dan goristana şehîdan û mûm li ser gorên şehîdan vêxistin.

Li goristanê şêniyan deqeyek rêzgirtin, paşê hevserokê Komîteya Meclisa Malbatên Şehîdan ê Minbicê Ibrahîm El-Xelîf axivî û got Newroz sembola biratiya gelan û berxwedana li dijî zulm û zordaran e.

Her wiha El-Xelîf berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê silav kir û Newroz li wan pîroz kir.

El-Xelîf ji dayîkên şehîdan re got: “Em ji we re dibêjin Cejna we pîroz be. Bi saya fedakariyên şehîdan bajar û welatê me ji terorê rizgar bûn û bi biratiya gelan em ê wan biparêzin."

Piştre mûm li ser gorên şehîdan hatin vêxistin.

(şx)

ANHA