Evîn Paşo: Berxwedana Leyla Guven rihê Newrozê nîşan dide

Evîn Paşo diyar kir ku berxwedana Leyla Guven ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rihê nû yê berwedana Newrozê û Kawayê Serdemê Mazlûm Dogan e.

Evîn Paşo: Berxwedana Leyla Guven rihê Newrozê nîşan dide
19 adar, 2019   11:36

HESEKÊ

Piştî ku berpirsê Komîteya Têkiliyên Dîplomatîk a TEV-DEM`ê Aldar Xelîl axivî, pîrozbahiyên Newrozê ya Hesekê bi axaftina endama Koordînasyona Kongreya Star Evîn Başo dewam dike.

Di şahiyê de bi hezaran pêkhateyên bajarê Hesekê, ji Kurd, Ereb û Suryan bi cilên xwe yên folklorîk beşdar dibin.

Evîn Paşo di destpêkê de Newroz li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û destnîşan kir ku beşdarbûna hemû pêkhateyan rihê biratiya gelan di bin neteweya demokratîk de dide diyarkirin.

Evîn Paşo da xuyakirin ku berxwedana ku Leyla Guven dimeşîne û dewama greva birçîbûnê ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nûnertiya rihekî nû yê berxwedana Newrozê û Kawayê Serdemê Mazlûm Dogan dike.

Her wiha Evîn da xuyakirin ku piştî rizgarkirina Baxozê dê merheleya aştiyê bi rêya danûstandinan pêk were û wiha got: "Lê dê kêm bimîne, ji ber ku Efrîn hîna rizgar nebûye û tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan neşikestiye."

Evîn Paşo di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Bi rihê Newrozê û îradeya azad û biratiya gelan û Berxwedana Serdemê dê tecrîda Îmraliyê bişikê."

Tê payîn ku daxuyaniyek bi navê partiyên kantona Hesekê bê dayîn.

(jo)

ANHA