‘Newroza îsal Newroza serkeftin û azadiyê ye’

Di pîrozbahiya Newroza Dêrikê de gelek kes axivîn û îşaret bi girîngiya Newrozê hate kirin. Her wiha îşaret bi berxwedana çalakvanên di greva birçîbûnê de jî hate kirin.

‘Newroza îsal Newroza serkeftin û azadiyê ye’
21 adar, 2019   10:43

QAMIŞLO

Di Newroza Dêrikê de hevserokê berê yê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Abdulkerîm Saroxan axivî. Saroxan Newroza 2019`an li tevahî gelan pîroz kir û got Newroza îsal Newroza serkeftinê û rizgarkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji çeteyên DAIŞ`ê ye.

Saroxan diyar kir ku neviyên Kawayê Hesinkar îro tolê ji dijminên mirovahiyê radikin û wiha got: "Di nava çend rojan an jî çend saetan de serkeftina mezin were ragihandin û çeteyên ku kiryarên terorîst li dijî gelê me pêk dianîn, têk biçin."

Saroxan îşaret bi berxwedana çalakvanên greva birçîbûnê kir û wiha anî ziman: "Bi berxwedana çalakvanên di greva birçîbûnê de, em ê Efrînê ji dewleta Tirk a dagirker ku destekê didin çeteyan, rizgar bikin. Va ye îro şervanên me çeteyan têk dibin."

Di dawiyê de Saroxan diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker, bi hemû şêwazan hewl dide fikrên demoratîk ku li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bûne, têk bibe û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji ber wê kiriyarên dermirovî li dijî şêniyên Efrînê pêk tînin. Hêzên me dê tola gelê xwe ji dagirkeran rakin."

AMÛDÊ

Hevseroka Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Nezîra Gewriyê di pîrozbahiya Newroza Amûdê de axivî. Nezîra Gewriyê di axaftina xwe de wiha got: "Em li ber qonaxeke nû ne. Divê em hemû zehmetiyan derbas bikin û dagirkeran têk bibin.  Heta ku em Efrînê ji artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rizgar nekin, em tu carî rehet nabin."

Nezîra Gewriyê wiha pê de çû: "Bi rihê Bexwedanê em ê tecrîdê bişikînin û Efrînê rizgar bikin. Bi vê dirûşmê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Newroza xwe pîroz dikin."

Nezîra diyar kir ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Newroza xwe pîroz dikin da ku kêfxweşiya bi rizgarkirina ji zilm û tarîtiyê diyar bikin. Nezîra di axaftina xwe de wiha anî ziman: "Em Newroza xwe pîroz dikin û çeteyên DAIŞ`ê ji aliyê şervanên QSD`ê ve ku li şûna tevahî cîhanê şerê terorê dikin, têk diçin."

Nezîra diyar kir ku Newroza îsal tê pîrozkirin û dilên wan ji bo Efrînê xemgîn e û ev tişt anî ziman: "Em Newrozê pîroz dikin û dilê me li Efrînê ye. Efrîn bûka Bakurê Sûriyê ye. Heta ku em Efrînê ji artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rizgar nekin, tu carî em rehet nabin."

Di dawiyê de hevseroka Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Nezîra Gewriyê ev tişt got: "Em li ber qonaxeke nû ne. Divê em bi hev re hemû zehmetiyan derbas bikin û dagirkeran têk bibin. Ji bo ku em ber bi aramî û azadiya tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve biçin."

Pîrozbahî didomin.

(bx)

ANHA