Li Şehbayê ji ber teqîna mayînekê zarokek mir û 3 jî birîndar bûn

Li navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê mayînek bi zarokan ve teqiya, di encamê de yek mir û 3 jî birîndar bûn.

Li Şehbayê ji ber teqîna mayînekê zarokek mir û 3 jî birîndar bûn
Li Şehbayê ji ber teqîna mayînekê zarokek mir û 3 jî birîndar bûn
22 adar, 2019   14:34

ŞEHBA

Li navçeya Ehdasê mayîneke ku di nava zeviyekî çandinî de hatibû bi cih kirin bi komeke zarokan ve teqiya. Di encamê de Ezîz Ebdulqadir Ehmed (6) ku ji gundê Hemam ê Cindirêsa Efrînê jiyana xwe ji dest da, her wiha herdu bira Îbrahîm Seyîd Xelîl (7) û Bîrhat Seyîd Xelîl (12) ên ji gundê Şîtko yê Efrînê û Ehmed Silêman Mihemed (10) ê ji bajarokê Kefer Sefra yê navçeya Cindirêsê jî birîndar bûn.

Zarokên birîndar li nexweşxaneya Avrîn têne dermankirin, li gorî bijîşkan rewşa hersêyan baş e.

(bb)

ANHA