Pîrozbahiyên Newrozê li Kobanê bi dawî bûn

Li bajarê Kobanê pîrozbahiyên Newrozê bi dawî bûn.

Pîrozbahiyên Newrozê li Kobanê bi dawî bûn
Pîrozbahiyên Newrozê li Kobanê bi dawî bûn
Pîrozbahiyên Newrozê li Kobanê bi dawî bûn
Pîrozbahiyên Newrozê li Kobanê bi dawî bûn
Pîrozbahiyên Newrozê li Kobanê bi dawî bûn
Pîrozbahiyên Newrozê li Kobanê bi dawî bûn
Pîrozbahiyên Newrozê li Kobanê bi dawî bûn
Pîrozbahiyên Newrozê li Kobanê bi dawî bûn
Pîrozbahiyên Newrozê li Kobanê bi dawî bûn
21 adar, 2019   14:00

KOBANÊ

Îro ji saetên sibê ve bi deh hezaran şêniyên Kobanê berê xwe da cihê pîrozbahiyê ku li ser girê Miştenûrê hat pîrozkirin.

Destpêkê agirê Newrozê ji aliyê dayikên şehîdan ve hat pêxistin. Paşê hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Enwer Muslim, hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid Hamid Mehbaş, endama Koordînasyona Kongreya Star Zehra Birkul axivîn.

Her wiha ji fermandadrên QSD`ê Heqî Kobanê axivî û Newroz li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û îşaret bi serkeftin û destkefiyên QSD`ê kir.

Keça Murray Bookchin beşdarî Newroza Kobanê bû

Welatiya ji Amerîkayê Debbie Bookchin keça fîlozof Murray Bookchin axivî û Newroz li tevahî gelê Kurd pîroz kir. Debbie kêfxweşiya xwe bi beşdarbûna Newrozê diyar kir.

Her wiha endamê Meclisa Giştî ya PYD`ê Ehmed Xoce bi navê 19 partiyên siyasî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê axivî û got Newroza îsal di kêliyên dîrokî de tê pîrozkirin. Kêliyên serkeftina li dijî çeteyên DAIŞ`ê.

Her wiha gelek kom bi rengên xwe yên cuda beşdarî pîrozbahiyê bûn. Di dawiyê de stranên gelêrî hatin gotin û xelekên dîlanan hatin gerandin.

(bx)

ANHA