Ji Dêrikê: Serkeftina herî mezin, rizgarkirina Efrînê ye

Pîrozibahiyên Newrozê li Dêrikê bi axaftin, dîlan û stranan didome.

Ji Dêrikê: Serkeftina herî mezin, rizgarkirina Efrînê ye
Ji Dêrikê: Serkeftina herî mezin, rizgarkirina Efrînê ye
Ji Dêrikê: Serkeftina herî mezin, rizgarkirina Efrînê ye
Ji Dêrikê: Serkeftina herî mezin, rizgarkirina Efrînê ye
Ji Dêrikê: Serkeftina herî mezin, rizgarkirina Efrînê ye
Ji Dêrikê: Serkeftina herî mezin, rizgarkirina Efrînê ye
21 adar, 2019   14:24

QAMIŞLO

Li Dêrikê pîrozbahiyên Newrozê bi axaftinan didome. Endama Rêveber a Kongreya Star Wesfa Murad axivî û got, Newroz li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakgerên greva birçîbûnê yên di zindanên faşîzma Trik de ne, şervanên di çeperên şer de ne pîroz dikim û wiha pê de çû:"Newroz  serkeftin, têkoşîn û berxwedana li dijî dîktatoran û komên terrorist e".

Wesfa di dewama axaftina xwe de wiha got: “Azadiya  Rêber APO ji zindanên faşizmê, erkekî ku dikeve ser milê hemû gelên ku ji aştiyê hezdikin û banga demokrasiye. Lewma divê em û hemû gelên azadîxwaz li dijî dagirkeriya Tirkiyê bisekinin"

Her wiha daxuyaniyek li  ser navê partiyên siyasî yên Rojava, Bakurê  û Rojhilatê Sûriyê,  ji aliyê hevserokê Partiya Kesk a Kurdistanî Luqman Ehmê ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye;

"Newrozê li hemû gelê Kurd û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pîroz dikin. Ev jî bi saya hêzên me yên ku berdêlên giranbuha, di oxira rizgarkirina ji komên terrorist ên tarî dane, ye".

Her wiha daxuyaniyê tekez kir, ku serkeftina  mezin ew e ku Efrîn ji dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê rizgar bibe û şêniyên wê li xaka xwe ya kal û pîran vegerin. Tişta ku tê xwestin ew e em yekrêziya Kurdî, di bin yek banî de  ava bikin.”

Şahiya Newrozê bi stran û pêşandanên gelerî didome.

ANHA